Salvegera damezrandina PKK’ê li Leîgzîgê hate pîrozkirin

40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li bajarê Elmanya Leîpzîgê bi şevekê hate pîrozkirin.

Li bajarê Elmanya Leîpzîgê 40’emîn salvgera damezrandina PKK’ê bi beşdarbûna 500 Kurdistaniyan bi şevekê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer axivî û got avabûna PKK’ê ji bo gelê Kurd gelek girîng bû.

Koçer balkişand li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan û wiha got; “Tecr^d bi têkoşîna gelê Kurd bi teqez wê were şikandin.”

Şeva pîrozbahiyê bi dirûşme û govendê bi dawî bû.