Salvegera damezrandina PKK'ê li Helsîngborgê hate pîrozkirin

Salvegera 41'emîn a damezrandina PKK'ê li bajarê Helsîngborg ê Swêdê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Skane ve hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Li gel posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Ocalan alên YPG û YPJ'ê li dikê hatin bicihikrin. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Skaneyê Amara Stevrî li pîrozbahiyê axivî û qala pêvajoya girseyîbûna PKK'ê kir.

Siyasetmedar Abdullah Devecî jî bi mînakên berbiçav qala destketiyên gelê Kurd ên bi Tevgera Azadiyê ya Kurd kir.

Devecî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê û bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku karê xwe yê ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk mezin bikin û piştgiriya gelên Rojava bikin.

Di pîrozbahiyê de Xelîl Xemgîn, Diyar Dersîmî û Şiyar hunera xwe pêşkêş kirin.

Beşdarên pîrozbahiyê dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" qîriyan. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.