Kurdistaniyên ku li bajarê Antwerpen ê Belçîka dijîn, ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina PJAK'ê, bi pêşengtiya komîteyên PJAK û KJAR şahiyeke girseyî hate lidarxistin.
Şahî ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Berdevka Saziya Malbatên Şehîdan Dayê Sultan axaftin kir û got: “Em bi saya fikir û ramanên Rêber Apo hatine ba hev û hev nas dikin. Îro ji her çar hêlên kurdistanê em amade ne. Ji bo ev pêvajo bi ser bikeve divê em bi her awayî li dora Rêber Apo kom bibin û destê Rêberê xwe bihêztir bikin.”
Di berdewamiyê de Endamê Rêveberiya PJAK’ê Siyamend Muînî jî axivî û got, “Ev roj ku em rojbûna Rêber Apo û damezrandina PJAK'ê pîroz dikin, ji bo xebat û têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê rojeke nû ye. Raste ku gelek berdêlên giran ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd hatine dayîn, gelek fedakarî û hewldan hatine kirin. Em îro di qonaxeke nû ya dîrokî de derbaz dibin ku bi qezenca gelê Kurd ber bi encameke serkeftî ve diçe. Hebûna PJAK di siyaseta herêmê de bi qezenca gelê Kurd dikare gelek destkeftiyan bidest bixe. Hem li nava Îranê û hem li derve şereke taybet û qirêj li dijî vê tevgerê tê kirin. Beriya her tiştî çandeke berxwedanê hem li girtîgehan hem li meydanan pêş xist. Her wiha encama pêşketina şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ronesanseke ku jin pêşengtiya wê dike û ber bi cîhanê belav bû.
Em dikarin bibêjin ku newroza îsal a li Rojhilatê Kurdistanê coşa gel diyar kir. Pîrozkirina cejnê li qadan, nîşaneya dewamkirina şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ye. Ez careke din li ser navê PJAK'ê rojbûna Rêber Apo û damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di serî de li Rêber Apo û tevayî malbatên şehîdan, tevayî kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide pîroz dikim.”
Li ser navê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî peyamên pîrozbahiyê hatin dayîn. Piştre Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Fuad Omar jî ev roj pîroz kir û got: “Em vê rojê di serî de li Rêber Apo û tevayî malbatên şehîdan pîroz dikin. Her ji roja yekem a destpêkirina Şoreşa Rojava şervanên ji Rojhilatê Kurdistanê beşdar bûn û li her qadê ji gel û şervanan re pêşengtî kirin. Ev yek bi serê xwe nîşaneya yekgirtin û yekdiliya gelê Kurd e.”
Piştî axaftinan peyamên gelek partî, sazî û rêxistinên Kurdistanê hatin xwendin. Helbestvan Hikmen Zal helbesta xwe xwend.
Hunermendan bi stranên xwe reng dane pîrozbahiyê. Hunermendên wek Hemîd Ûrmiye, Xelîl Sadiqî, Seher Stran, Heîd Sine, Leyla Ekinci bi stran û klamên xwe coş dane gelê li salonê.”