Salih Muslim: Divê diasporaya Kurd dengê xwe bilind bike

Berdevkê Têkliyên Derve yê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku divê diaspora Kurd a li Ewropayê dengê xwe bilind bike û wiha got, “Gelê me divê li her derê bikeve nava liv û tevgerê. Zexta dîplomatîk pir girîng e.”

Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Londonê ve bi beşdariya Hevserokê PYD’ê Xerib Hıso û Berdevkê Têkliyên Derve yê PYD’ê Salih Muslim a bi rêya Skype, bi sernavê ‘Rojava ve geşedanên dawî yên siyasî’ panel hat lidarxistin.

Di panelê de rayedarên PYD’ê êrîşa zêde ya li herêmê, berxwedana şervanên azadiyê û zehmetiyên ku gelê Kurd rûbirû dimîne ragihandin.

Xerib Hiso bi silavkirina beşdaran dest bi axaftina xwe kir û li ser geşedanên dawî nirxandinekî berfireh kir. Xiso destnîşan kir ku Tirkiye rasterast piştgirî dide komên çekdar ên li herêmê û koordîne dike û got: “Şerê li Rojava hem leşkerî û hem jî diplomatik dewam dike. Komên cîhadîst bi piştgiriya dewleta Tirk hebûna xwe didomînin.”

Xerib Hiso diyar kir ku divê berxwedan dewam bike, her der ji bo edalet û azadiyê qada şer e û civakên li Ingilistanê jî di nav de ye.

Berdevkê Têkliyên Derve yê PYD’ê Salih Muslim jî bal kişand ser êrîşên ku dewleta Tirk li dijî herêmên Kurd koordîne dike û anî ziman ku ev êrîş bi armanca bêîstiqrarkirina herêmê û koçberkirina bi zorê tên kirin.

Muslim diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku Kurdan ji rojavayê Firatê bikşîne rojhilatê Firatê û ji wir êrîşên nû bide destpêkirin û îşaret pê kir ku ev plan erêkirina hêzên hegemon girtiye.

Muslim diyar kir ku ev rewş rê li ber koçberbûna nêzî 125 hezar kesî vekiriye û got, “Em vê talan û hilweşandina ku komên çekdar rê li ber vekirine, şermezar dikin.”

Muslim diyar kir ku divê diaspora Kurd a li Ewropayê dengê xwe bilind bike û wiha got, “Gelê me divê li her derê bikeve nava liv û tevgerê. Zexta dîplomatîk pir girîng e.”

Muslim bal kişand ser operasyona li dijî Navenda Civaka Kurd a Londonê û diyar kir ku ev parçeyek ji stratejiyekî berfirehtir a ji bo qutkirina dengê Kurdan e û got: “Girtina navendên civakê şêweyekî zextê ye. Ji ber vê yekê pêwîst e li her derê berxwedan hebe.”

Piştî axaftinan, panel bi beşa pirs û berisv dewam kir. Beşdaran dirûşmeya  “Bijî Berxwedana Rojava”  berz kirin.