Daxuyaniya li ser hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan: Em ji duh bêhtir bi hêvî ne

Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî da û got, "Em ji welatê xwe re eşkere dikin ku em bi şanaz in ku em ji duh bêtir bi hêvî ne."

DAXUYANIYA ŞANDEYA ÎMRALIYÊ

DEM Partiyê têkildarî hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Serokomar Tayyîp Erdogan de pêk hat, daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hevdîtina ku me bi birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û heyeta wî re pêk anî, di atmosfereke pir erênî, çêker, berhemdar û ji bo pêşerojê hêvîdar derbas bû.

Girîngiya pêvajoya ku em gihîştinê û asta wê hat piştrastkirin û qonaxên di pêş de bi hev re hatin nirxandin. Hat diyarkirin ku serdemeke ku têde tundî û pevçûn nemîne û qada demokratîk û siyasî were xurtkirin ji bo welat, welatiyên me û herêma me xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Şandeya me û partiya me wê di dema pêş de jî xebatên xwe yên ji bo pêkanîna Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi îrade û baldariyeke xurtir bidomînin. Em ji welatê xwe re eşkere dikin ku em bi şanaz in ku em ji duh bêtir bi hêvî ne.

Em spasiyên xwe pêşkêşî hemû aliyên siyasî û pêkhateyên civakî dikin ku bi pêşniyar, hişyarî û rexneyên xwe hêza xwe li pêvajoyê zêde kirin e.”