Nîqaşên li ser 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo dewam dikin ku 27'ê Sibatê hate eşkerekirin. Banga Rêber Apo ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, di qada navneteweyî de jî deng vedide. Di demekê de ku li Rojhilata Navîn, Derya Spî, Lîbya, Ûkraynayê dewlet ketine nava pêşbirka şer, helwesta Rêber Apo ku qala aştiyê dike coş û kelecan da hêz û rêxistinên çep, sosyalîst, ekolojîst û rêxistinên jinan.
'Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî' ku di 11-12'ê Sibatê de li paytexta Îtalya Romayê hate lidarxistin, nîşaneyeke vê kelecanê ya li qada navneteweyî ye.
Ji Zanîngeha Catania'yê ku sala 1432'an li Girava Sicilya ya Îtalyayê ava bû Profesor Gianni Piazza jî yek ji beşdarên konferansê bû. Profesor Piazza ku di heman demê de li Sicilyayê endamê Komîteya Piştevaniya bi Gelê Kurd re ye, ji ANF'ê re axivî.
'PIŞTGIRIYA JI BO ABDULLAH OCALAN DIVÊ HÎN MEZIN BIBE'
Piazza banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê bi bîr xist û anî ziman ku ev bang di heman demê de ji bo pêkanîna fikrê konfederalîzma demokratîk e, ev yek ne tenê ji bo Rojava lê ji bo her qadê derbas dibe.
Piazza ku ji bo pêkanîna bangê xwe berpirsyar dibîne, bi dewamî got, "Weke ku tê zanîn di nava civaka sivîl an jî rêxistiniyên çep-sosyalîst de piştgiriyeke xurt ji fikrê konfederalîzma demokratîk û azadiya Ocalan re tê dayin. Ev piştgirî divê ji her demê bêhtir mezin û belav bibe."
'EZ DERSÊN LI SER ŞOREŞA ROJAVA Û KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK DIDIM XWENDEKARÊN XWE'
Piazza got, "Wezîfeya me ew e ku tişta niha dike hîn bêhtir bike" û bi vî rengî dewam kir, "Mînak, ez li zanîngehê profesor im û di dersên min ên sosyolojiya siyasî de li ser 'Konfederalîzma Demokratîk' û 'Şoreşa Rojava' mijareke taybet heye. Bi saya van dersan xwendekarên min hîn dibin bê li Kurdistanê çi diqewime. Lê belê ciwan bi giştî li ser vê mijarê xwedî agahî nîne. Lewma girîng e ku vî fikrî bi rêya dersên xwe bidim naskirin. Her kes divê ji bo belavkirina vî fikrî li cihê lê ye tiştekî bike."
'JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN DIVÊ EM HÎN BÊHTIR TÊBIKOŞIN'
Piazza destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo hêsan nîne, ji bo vê yekê divê hîn bêhtir têbikoşin û bi bîr xist ku li gel zexta pêngavê û têkoşîna gelan a li çar aliyên Kurdistanê, Ewropa û cîhanê hîn jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk nehatiye. Piazza got, "Ev yek hêviya me ye. Jİ ber vê yekê jî ji bo karibin zextê li hikumetên xwe û yekser zextê li hikumeta Tirk bikin divê em hîn bêhtir bixebitin." Piazza diyar kir ku atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê divê bê guhertin.
Piazza giritna Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî nirxand û diyar kir ku rewşa demokratîk xumamî û rageş e. Piazza destnîşan kir ku bi pêngava azadî ji Rêber Apo re rewşa siyasî dikare biguhere û got, hêviya wan azadiya Rêber Apo ye.