Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, li Girtîgeha Marmara ya Sîlîvriyê serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû kir.
Piştî serdana taybet li ber deriyê girtîgehê daxuyanî da. Ozel hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bi Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan re nirxand.
Ozel diyar kir ku helwesta CHP'ê ya li hemberî pirsgirêka Kurd gelekî zelal e û got, "Eger Kurd dibêjin pirsgirêk heye, wê demê heye û çareserkirina wê peywira me hemûyan e."
Ozel da zanîn ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê li Meclisê pêvajoyeke şefaf bê meşandin û anî ziman ku ew girîngiyê didin Meclisê.
Ozel wiha domand: “Em amade ne ku piştgiriyê bidin her pêngava ku li Meclîsê were avêtin, lê ez dixwazim diyar bikim ku yên ku Kurdan û pirsgirêkê paşguh dikin ne samîmî ne."
Ozel bi bîr xist ku Ekrem Îmamoglû ji ber di meclisa şaredariyê de daxwaza peywirê bide Kurdan tê sûcdarkirin û hatiye girtin û got, "Zîhniyeta ku Kurdan layiqî meclisên şaredariyan jî nabîne, nikare vê pirsgirêkê çareser bike."