Li Meksîkayê ji bo piştevaniya Rojava çalakî hat lidarxistin
Li bajarê San Cristóbal de las Casas ê Meksîkayê ji bo Rojava çalakî hat lidarxistin û peyamên piştevaniya ji bo Rojava hatin dayîn.
Li bajarê San Cristóbal de las Casas ê Meksîkayê ji bo Rojava çalakî hat lidarxistin û peyamên piştevaniya ji bo Rojava hatin dayîn.
Di çalakiya li bajarê San Cristóbal de las Casas ê Meksîkayê hate lidarxistin de peyamên piştevaniya ji bo Rojava hatin dayîn.
Bi dehan kes ji bo geşedanên dawî yên Rojava û Sûriyeyê guhdar bikin li Navenda Çandê ya Sendas a San Crîstobal de las Casas a li eyaleta Chiapas a li başûrrojhilatê Meksîkayê li hev civiyan.
Di pêşkêşiyê de şoreşa li Rojava û têkoşîna rizgariya Kurdistanê û berfirehkirina Konfederalîzma Demokratîk weke çareseriya krîza li Rojhilata Navîn; di çarçoveya projeya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de hatin nîqaşkirin. Piştre jî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê hatin nirxandin û bal kişandin ser HTŞ'ê ya ku çapemeniya rojava hewl dide wê paqij nîşan bide.
Di çalakiyê de li ser pêwîstiya alîkariya madî ya lezgîn ji bo Heyva Sor a Kurdistanê rawestiyan û hate gotin ku bermahiyên DAÎŞ'ê êrîşî Kurdan dikin.
Di çalakiyê de dîmena ku Kongra Star ji Rojava şandibû hate pêşandan. Di dîmen de banga piştevaniya enternasyonalîst a ji bo Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Abya Yalayê hate kirin.