‘Bi ruhê berxwedana Kobanê dakevin qadan’

KCDK-E û TJK-E’yê li dijî êrîşên dagirkeriyê bang li gelan kirin ku bi ruhê Kobanê dakevin qadan. 

KCDK-E û TJK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin: “Divê gelên me ji bo azadiya gelên Rojava rabin ser pêyan û û li dijî çeteyên hov bi ruhê Kobanê biherikin qadan. Hemû ciwanên me, tevahiya gelê me, her kesê ku xwedî rûmet divê li dijî van êrîşan tim di nav liv û tevgerê de be.“ 

Daxuyanî wiha dewam kir: 

“Dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî Minbicê derxistine asta herî bilind û gel bi komkujiyê re rû bi rû ye. Heger talûkeya li Minbicê dawî nebe wê Kobanê jî bikeve talûkeyê. 

Divê em bi hemû hêza xwe Rojavayê biparêzin. Li her qadê divê em bi madî û manevî piştgiriya têkoşîna Rojavayê bikin. Hêzên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe li dijî Rojava ku bûye hêvîya gelên cîhanê, piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dikin. Çeteyên hov ji vê yekê hêzê digirin û dixwazin li ser gel komkujiyan bikin. 

Saziyên mafên mirovan û hêzên navneteweyî tu nerazîbûnê nîşan nadin. Bi deh hezaran Kurd li ser axa xwe koçber bûn. Gelê Rojava bi biryar berxwedana xwe didomîne lê divê em jî rabin ser piyan û vê berxwedanê bigihînin serkefinê. 

Wek KCDK-E û TJK-E em bang dikin. Divê dewleta Tirk û çeteyên wê demildest destên xwe ji ser xaka Kursan bikêşin. Dewleta Tirk a qirker sûcê mirovahiyê dike.

‘EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BEŞDARÎ ÇALAKIYAN BIBIN’

12 sal berî niha bi pêşengiya jinên Kurd Kobanê hat rizgarkirin û Şoreşa Rojava pêk hat. Em li dijî desteserkirina van destketiyan li Ewropayê li NY’ê, li parlamentoyan û li hemû saziyên navneteweyî çalakiyan bikin. Bi şîara Jin Jiyan Azadî xwedî li Rojava derkevin.

Wek Kurdistaniyên li Ewropayê, em li her derê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biherikin qadan. Em bi hemû derfetên xwe beşdarî meşa Brukselê bibin ku 11’ê Kanûnê di saet 10.30’an de bi beşdariya Elmanya RNW, Belçîka û Hollandayê pêk were. Dîsa li bajarê Cenevre Swîsreyê li pêşiya NY’ê çalakiya nobedê didome û divê em wê derê veguherînin qada berxwedanê. Em destûr nedin ku dewleta Tirk a qirker bigihêje armancên xwe û em bi berxwedana xwe li qadan bin û Rojava biparêzin.”