Li Ewropayê çalakiyên li dijî dagirkirinê: Xwedî li Rojava derkevin
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan û berxwedana Rojava silav kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan û berxwedana Rojava silav kirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava mîtîngek hate lidarxistin. Li ser banga Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Meclîsa Nav Berlînê, bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan li Brandenburger Torê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtînga ku ji bo şermezarkirina hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava hate lidarxistin de, bal kişandin ser bêdengiya civaka navneteweyî.
Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz di axaftina xwe de ev tişt anî ziman:
“Dewleta Tirk di dîrokê de li ser gelê Kurd komkujî pêk anî. Têkoşîna ku li dora paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, li Rojava zindî bû. Îro dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Kurdên ku li Rojava bi dest xistine êrîşan pêk tîne. Li qada navneteweyî li hemberî van êrîşan bêdengî heye. Ger ku îro dewletên Ewropayê bi rehetî radizên ev bi saya Kurdan û têkoşîna wan e. Ji ber vê yekê em dixwazin dewletên Ewropayê berpirsyaruiya xwe ya li hemberî Kurdên li dijî çeteyên barbar ên DAIŞ'ê şer dikin, bi cih bînin."
Endamê Nav Berlînê Zafer Karakaya jî ev tişt got:
“Divê li her qadê dengê xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava bilind bikin. Divê em her kêlî, her deqe guh bidin dengê ku ji Rojava tê. Ji ber vê yekê em careke din diyar dikin ku em dixwazin dengê gelê xwe yê li Rojava li ber xwe didin bidin bihîstin û em li gel berxwedana wan in.”
Di çalakiyê de timî dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana YPJ-YPG" hatin berzkirin.
MUNÎH
Kurdistaniyên li paytexta Eyaleta Bavyera Munîhê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê çalakiyek li dar xistin.
Kurdistanî li ser banga seferberiyê ya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ber Konsolosxaneya Tirk a Muncîhê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê saziyên navneteweyî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava demildest bikevin nava tevgerê.
Di çalakiyê de timî dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Minbicê", "Bijî berxwedana YPG’ê” û "Bijî berxwedana YPJ’”ê hatin berzkirin.
MANNHEIM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê ji bo piştgiriya Rojava li ber stasyona trenê mîtîngek hate lidarxistin.
Di çalakiya ku bi sedan Kurdistanî û dostên wan amade bûn de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana QSD’ê" hatin berzkirin.
Mîtîng bi coş bi dawî bû.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê li dijî êrîşên ser Minbicê û bajarên din ên Rojava hatine destpêkirin, bi pêşengiya TCŞ’ê li ber avahiya Parlamenta Ewropayê mîtîng hate lidarxistin.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Marsîlyayê Erhan Erzîrom axaftinek kir.
Erzirom diyar kir ku gelê Kurd ti carî serî li ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên faşîst natewîne û destnîşan kir ku divê dewletên Ewropa û NATO jî li dijî dagirkeriyê bisekinin.
KOLN
Êrîşên dagirkeriyê û komkujiya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojava û Minbicê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Di çalakiya ku li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê hate lidarxistin de alên YPG û YPJ’ê hatin vekirin. Nûnerên MLKP û pêkhateyên din jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk hem êrîşên dagirkeriyê hem jî komkujî li ser Rojava pêk tîne.
Piştî daxuyaniyê bi berzkirikandirûşmeyan çalakî berdewam kir.
FRANKFURT
Li qada Rathenauplatz-Alte Oper a bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, Kurdistanî û rêxistinên dost, li dijî dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a li ser Rojava mîtîngek li dar xistin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku polîtîkayên qirkirin û îmhayê li ser gelê Kurd tê meşandin û hate gotin ku balafirên keşfê yên bêmirov ên dewleta Tirk rasterast cihên sivîlan hedef digirin.
SAARBRUCKEN
Kurdistanî û dostên wan li kolana Bahnhof Strasse ya bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hatin ba hev û bi berzkirina dirûşmeyan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
LOZAN
Bertekên Kurdên li Lozana Swîsreyê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk çalakî hate lidarxistin.
Kurdistaniyên li ber stasyona trenê ya navendî hatin ba hev êrîşên çeteyên dewleta Tirk şermezar kirin.
Kurdistanî û pêkhateyên şoreşger li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê û Meclîsa Jinê ya Lajînê hatin ba hev, mîtîng li dar xistin.
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê Hatîce Kandal li dijî êrîşên dagirkeriyê banga mezinkirina têkoşînê kir.
Serokê Partiya Karkerên Lozanê (POP) ya Lozanê Julîen Schwab diyar kir ku piştî rûxandina rejîma Esad, dîktatoriya Erdogan li herêmê piştgirî da çeteyên weke El Qaîde û DAIŞ’ê û anî ziman ku komkujiyên li dijî sivîlan dewam dikin. Julien Schwab ev bang kir: "Em bang li Tirkiyeyê dikin ku dawî li komkujiyên xwe yên li dijî Kurdan bîne."
Çalakî piştî banga tevlîbûna mîtînga ku 11’ê Kanûnê roja Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê bi pêşengiya YJK-S’ê tê lidarxistin, bi dawî bû.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê tevî şert û mercên giran ên hewayê bi organîzasyona DemKurdê gel li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Rojava şermezar kirin. Çalakî li ber parlementoyê dest pê kir.
Welatiyên beşdarî çalakiyê bûn bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Gel bi hilgirtina pankartên “Rojava biparêzin” berxwedan silav kirin. Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêber Apo peyam hatin dayîn.
Beşdarên çalakiyê bal kişandin ser girîngiya berxwedana Rojava û banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk kirin.
PARÎS
Li ser banga Meclîsa Gel a Drancy, bi sedan Kurdistanî danê êvarê li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê daketin qadan.
Gel heta Şaredariya Drancy meşiyan. Di meşê de timî dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG’ê” û "Bijî berxwedana YPJ’ê” hatin berzkirin. Piştî ku meş li ber Şaredariya Drancy bi dawî bû, li ser navê Meclîsa Komuna Drancy li ber şaredariyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û wiha hat gotin: “ Em jî wek kurdên welatparêz û birûmet li ku derê cîhanê divê têkoşîna xwe biparêzin. Em îro berxwedana destanî ya hêzên QSD, YPG û YPJ’ê ya li Rojava bi taybet li Minbicê silav dikin . Heta ku êrîş bi dawî bibin em ê li qadan bin, cangoriyên azadiyê û rûmeta xwe biparêzin.”
DORTMUND
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên çete yên weke DAÎŞ û El Nûsra yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bi mîtîngekê hate şermezarkirin.
FREIBURG
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarê Freiburg ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Nûda hate lidarxistin. Di çalakiya ku gelek Kurdistanî û dostên wan amade bûn alên QSD, YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana gerîla", "Terorîst Erdogan" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” hatin berzkirin.
VILLIERS LE BEL
Li banliyoya Villiers Le Bel ya paytexta Fransa Parîsê êrîşên li dijî Rojava bi meşekî hate protestokirin û berxwedana Minbicê hate silavkirin.
Kurdistaniyên ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Evîn Goyî û Tevgera Ciwanên Şoreşger li pêşiya gara Villiers Le Bel li hev civiyan, heta Navenda Civaka Kurd a Demokrtîk (DKTM) meşiyan.
Di daxuyaniya li pêşiya DKTM’ê ya Villiers Le Bel de hate diyarkirin ku Şoreşa Rojava bi xwîna şehîdan çêbûye û ew ê heta dawî van nirxên ku ji aliyê Rêber Apo ve bi kedeke mezin hatiye afirandin, biparêzin.
HAMBURG
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava meşek hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger hate lidarxistin û Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn.
Di meşê de bi Elmanî û Kurdî derbarê êrîşên dagirkerî û planên dewleta Tirk û çeteyên wî daxuyanî hatin dayîn.
MALMO
Êrîşên Tirkiye û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Molmo yê Swêdê bi çalakiya bêîteatiya sivîl hate protestokirin.
Kurdistaniyek ku di encama provokasyona polîsên Swêdê de hate girtin, bi berxwedana girseyê hate berdan.
JUTLAND
Kurdistanî û dostên wan li eyaleta Jutland ê Danîmarkayê bi armanca piştevaniya gelê Rojava re û protestokirina êrîşên nemirovî yên dewleta Tirk çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.