Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Îtalyayê (UIKI Onlus) û Rete Kurdistan bi daxuyaniyeke nivîskî her kesî vexwendin mîtînga ku li Aula Majorana Fakulteya Fîzîkê ya Zanîngeha La Sapienza ya Romayê bê lidarxistin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Projeya jiyana hevbeş, demokrasiya rasterast û xwerêveberiyê ya ku ji Şoreşa Rojava derketiye holê, piştî êrîşên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) û Artêşa Azad a Sûriyeyê (SMO) di xetereyê de ye."
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Piştî dagirkirina Helebê, Til Rifat û Şehba hatin dagirkirin û nêzî 200 hezar sivîl neçar man ku malên xwe biterikînin. Niha SMO bênavber êrîşî bajarê Minbicê dike. Ev êrîş li hemberî jiyana hevbeş a gelên Sûriyeyê ye. Bi pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel û Jin (YPG/YPJ) berxwedan tê meşandin.
Dawiya rejîma Beşar Esed a bi dehan salan dikare rûpeleke nû di dîroka welat de veke. Ji bo vê jî divê hişyar bin û destkeftiyên Şoreşa Rojava û mafê gelê xwe yê beşdarbûna di avakirina Sûriyeya nû de biparêzin.
Ji ber van sedeman hemû saziyan û her kesî vexdiwînin mîtînga 12'ê Kanûnê saet 17.00'an li Aula Majorana Fakulteya Fîzîkê ya Zanîngeha La Sapienza ya Romayê bê lidarxistin.