Li Lefkoşayê meşa 'Rojava biparêze' hat lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan piştî banga seferberiyê ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan gotin, "Roj roja rabûna ser piyan e, serhildanê ye û bi ruhê Kobanê her derê veguherînin qada berxwedanê."

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Qibris Lefkoşayê li ser banga seferberiyê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Minbicê daketin qadan.

Bi sedan kes beşdarî çalakiya bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Teofîlosê û PYD'ê ya Qibrisê bûn. Çalakger li Qada Azadiyê ya paytext Lefkoşayê li hev civiyan, piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest bi meşê kirin.

Girseya gel di meşê de pankart û alên YPG û YPJ’ê û posterên Rêber Apo hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Minbicê”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bijî berxwedana YPJ’ê” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Girseya ku hat ber Konsolosxaneya DYE ya li bajêr, li ber avahiya konsolosxaneyê rastî astengiyên bendên polîsên Qibrisê hatin. Çalakgeran ev rewş şermezar kirin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di encama çalakiya rûniştinê ya bi saetan berdewam kir rayedarên konsolosxaneyê qebûl kirin ku bi şandeya PYD’ê re hevdîtinê pêk bînin.

Nûnerê PYD'ê Yasîn Terbûş û endamên şandeyê bi rayedarên konsolosxaneyê re hevdîtin pêk anîn û dosyaya komkujî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst li Rojava pêk tîne radestî rayedarên konsolosxaneyê kirin.

Nûnerê PYD'ê Yasîn Terbûş di axaftina xwe ya piştî civînê de got, "Roj ne roja giliyê ye, roja rabûna ser piyan e, serhildanê ye û bi ruhê Kobanê her cih, her welat, her kolanê veguherînin qada berxwedanê. Ev berxwedan ne tenê ji bo bajarekî ye. Ev berxwedan tê wateya li gel fedaiyên azadiyê yên ku ji bo parastina rûmeta mirovahiyê têdikoşine. Parastina Rojava tê wateya parastina azadiya gelan. Parastina Rojava tê wateya parastina xeta azadiya jinê. Parastina Rojava tê wateya parastina xweza û ekolojiyê, parastina jiyana hevpar a azad a gelan. Parastina Rojava tê wateya parastina nirxên mirovahiyê. Kî dikare bike bila îro bike ji ber ku sibê dibe ku pir dereng be. Bi vê berxwedanê wê gel, em û mirovahî bi ser bikevin. Dîroka nû tê nivîsandin û ev dîrok bi lehengên ku bi fedaî li dijî dewleta Tirk a barbar, faşîst û dagirker têdikoşin, tê nivîsandin.”