ADGB’ê banga beşdarbûna çalakiyên 14’ê Kanûnê yên li dijî şer û faşîzmê kir

ADGB'ê got, "Em bang li her kesî dikin ku beşdarî çalakiyên 14'ê Kanûnê ku li gelek navendên Ewropayê bên lidarxistin bibin û têkoşîna navneteweyî ya li dijî şer, faşîzm û cudakariyê berfireh bikin."

BANGA ÇALAKIYÊ

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) daxuyaniyek nivîskî weşand.  Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û nasnameya xwe bi piştgiriya hêzên emperyalîst tê astengkirin. Dewleta Tirk a ku 25 sal in Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de girtiye, ji bo ku gelê Kurd negihêje statûyekê, li çar aliyên Kurdistanê polîtîkayên xwe yên êrîşkar didomîne. Dewleta Tirk kaosa ku li Sûriyeyê afirandiye, bi rêya hêzên cîhadîst dixwaze Rojava tine bike, li Başûrê Kurdistanê jî operasyonên leşkerî û binpêkirina mafên mirovan a li dijî Kurdan didomîne.”

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Têkoşîna hevpar a gelan, jin, kedkar û ciwanan a li dijî şer, faşîzm, nijadperestî û dijminatiya li koçberan a ji aliyê pergala kapîtalîst-emperyalîst ve hatiye afirandin xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Weke Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê em bang li hemû hêzên pêşverû yên aştî, wekhevî û azadiyê dikin ku beşdarî çalakiyên 14’ê Kanûnê yên li gelek navendên Ewropayê bên lidarxistin bibin û têkoşîna navneteweyî ya li dijî şer, faşîzm û cudakariyê berfireh bikin.”