BI DÎMEN

Berxwedana QSD û gel li Amsterdamê hat silavkirin

Li Amsterdamê êrîşên li ser Minbicê hatin şermezarkirin û peyama "Gelê Kurd li ku derê cîhanê dibe bila bibe, wê destkeftiyên xwe biparêze" hat dayîn.

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, çeteyên terorîst ên ku bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî ser Minbicê dikin, bi girseyî hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Qatil Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bijî berxwedana YPJ’ê”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku gelê Kurd li ku derê cîhanê dibe bila bibe wê destkeftiyên Kurdan biparêze.