Damezrandina PKK'ê li Draguignan û Linzê hat pîrozkirin
46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Draguignan ên Fransayê û Linz ê Awûstûryayê bi çalakiyan hat pîrozkirin.
46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Draguignan ên Fransayê û Linz ê Awûstûryayê bi çalakiyan hat pîrozkirin.
Meclîsa Gel a Kurd, Tevgera Jin û Tevgera Ciwanan bi beşdariya bi sedan kesî 46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Draguinan ê Fransayê pîroz kirin.
Pîrozbahî bi xwendina sirûda netewî ya Ey Reqîb û deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk di pîrozbahiyê de axivîn. Hevserokan bal kişandin ser tecrîdê û girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Hevserokan destnîşan kirin ku îdeolojî û felsefeya Rêber Apo îro li çiyayên Kurdistanê, Rojava û hemû cîhanê belav bûye.
Di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.
LINZ
46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê bi pêşengiya DEMKURD’ê û bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan li bajarê Linz ê Awûstûryayê hat pîrozkirin.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Salona ku pîrozbahî lê hat lidarxistin bi wêneyên Rêber Apo û alên PKK, YPG û YPJ'ê hat xemilandin. Di çalakiyê de Nergîz Mêrdîn, Cevdet Halîm û Hevseroka Civaka Azad Dîlek Karahan axaftin kirin.
Dîlek Karahan destana berxwedana 46 salan a PKK'ê silav kir û bal kişand ser girîngiya PKK'ê ya di têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd de. Karahan wiha axivî: “Em di serdemek pir girîng û bi rîsk re derbas dibin. Rejîma Esed ketiye û li herêmê guhertinên mezin çêdibin. Pêşketinên ku wê ji niha û pê de rû bidin, wê bibe pêngaveke ku wê siberoja Kurdan ava bike. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Rêbertî 26 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide. Gerîla li çiyayan li ber xwe dide. YPG û YPJ li ber xwe didin. Hevrêyên me di zindanan de li ber xwe didin. Em weke gelê Kurd divê ji bîr nekin ku her hevgirtin, çalakî û bexşên ku bi Rojava re bên kirin wê bibe pêngavek ji bo azadiya gelê Kurd.”
Di çalakiyê de helbesta yek ji damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan hat xwendin û coşeke mezin li salonê çêkir.
Piştre Hunermend Îbrahîm Axdad û Koma Dewran derketin ser dikê.
Piştre di axaftina li ser navê Meclîsa Jinê ya Avesta de bal hat kişandin ser berxwedana dîrokî ya Rêber Apo û banga têkoşîna gelê Kurd û hevgirtina ji bo Rojava hate kirin.
Sînevîzyona li ser dîroka berxwedana PKK'ê hatibû amadekirin hat pêşandan.
Kurdistaniyan bi gerandina govendê berzkirina dirûşmeyan û hejandina alên YPG û YPJ’ê cejna vejînê pîroz kirin.