BI DÎMEN

‘Divê civaka navneteweyî ji bo Rojava bikevin nava liv û tevgerê’

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên London, Liverpool û Sheffield ên Îngilistanê li hev civiyan, êrîşên li dijî Rojava û êrîşên polîsên Îngîlîz ên li ser Navenda Civaka Kurd şermezar kirin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Îngilistanê (DGB) ku di nav de Kurd, Elewî, çep, sosyalîst, rêxistinên şoreşger û komeleyên herêmî heye, ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Rojava û operasyona li dijî Navenda Civaka Kurd a li ber Haringey Civic Centre ya Londonê çalakî li dar xistin.


Di çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Em YPG, YPG li vir e", "Bijî YPG", "Bijî Serok Apo", “Dest ji Kurdan berde" û "Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Girseyê pankart, dovîz, wêneyên Rêber Apo û alên YPG û YPJ'ê hilgirtin.

Li ser navê DGB'ê Îbrahîm Avcîl daxuyanî da û bi bîr xist ku di 27'ê Mijdarê de polîsên dijterorê bêhiqûqî bi ser Navenda Civaka Kurd a Haringeyê de girtin û wiha got: "Ev serdegirtin, ne tenê êrîşa li dijî avahiyekê, êrîşa li hemberî aştiyê û civakeke bi rûmet bû. Niha ji bo herêma xweser a Rojavayê Sûriyeyê ya bi pêşengiya Kurdan plana dagirkeriyê tê amadekirin. Êrîşên Tirkiyeyê yên li herêmê bi hevkariyên navneteweyî tên fînansekirin û teşwîqkirin. Di vê dawî li vê hevkariyê were anîn.”

Girse piştî axaftinan ber bi avahiya Navenda Civaka Kurd ve meşiyan. Girseya ku bi çepik, dirûşme û tilîliyan meşiyan, ji aliyê derdorê ve eleqeyeke mezin dîtin û piştgirî dan wan. Girseya gel dem bi dem li ber stranên berxwedanê govend gerandin, dirûşma "Bijî Berxwedana Rojava" berz kirin. Çalakî li ber avahiya Navenda Civaka Kurd bi dawî bû.

LI LIVERPOOLÊ MEŞ Û MÎTÎNG

Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê Kurdistanî û dostên wan li ber Gara Trenê li dijî êrîşên li ser Rojava hatin ba hev.
Di meşê de pankartên bi nivîsa "Dewleta Tirk destekê dide DAÎŞ'a terorîst", wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin. Her tim dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG’”ê, "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Rojava" hatin berzkirin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Eylem Colemêrg di çalakiyê de axivî. Colemêrg careke din operasyona polîsên Îngîlîz a li dijî gel û saziyên Kurd şermezar kir û xwest hevalên wan demildest bên berdan.

Li ser navê TCŞ'ê ya Liverpool Egîd Pirsûs daxuyanî da û got, "Me dît ku dewleta Tirk li Efrîn, Kobanê û Girê Spî çi anîne serê gelê Kurd. Îro jî dixwazin heman tiştî bi çeteyên xwe pêk bînin. Çi dibe bila bibe em ê gelê me yê Rojava bi tenê nehêlin.”

Piştî axaftinan girse ber bi Navenda Liverpoolê ve dest bi meşê kir. Di meşê de êrîşên li dijî Rojava bi çepik, dirûşm û tilîliyan hatin protestokirin.

ENTERNASYONALISTAN LI SHEFFIELDÊ ÇALAKÎ LI DAR XISTIN

Tevî hewaya sar û bahozê jî Kurdistanî û dostên wan êrîşên li dijî Rojava û operasyonên li dijî Navenda Civaka Kurd a Londonê li ber stasyona trenê ya navendî ya bajarê Sheffieldê şermezar kirin.

Di çalakiya ku ji aliyê Tora Piştevaniya Kurd û Kurdan ve hate organîzekirin de pankarta “Dest ji Kurdan berde”, alên YPG, YPJ û wêneyên Rêber Apo hatin hilgirtin. Gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rojava" hatin berzkirin.

Di çalakiyê de helwesta polîsên Îngilistanê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Divê çalakvanên Kurd demildest bên berdan. Û divê zextên li ser gelê Kurd bi dawî bibe. Em piştgiriyê didin berxwedana Rojava û divê hêzên navneteweyî li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên helwestê nîşan bidin. Divê her kes ji bo demokrasî û azadiyê li ba gelên Rojava bin.”