BI DÎMEN

Li Lefkoşayê wê daxwaza azadiya Rêber Apo bikin

Di 16’ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêber Apo wê li Lefkoşyayê mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Meclîsa Gel a Kurd xebatên xwe yên ji bo çalakiyê didomîne.

MÎTÎNGA AZADIYÊ

Amadekariyên meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Lefkoşayê bê lidarxistin, didome. Çalakiya ku wê bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê bê lidarxistin, Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê û xebatkarên wan li tevahiya Qibrisê dest bi xebatên bi serdana malan kirin. 

Ji bo meşê serdana malan tê kirin, ji bo mîtîngê jî amadekariyên teknîkî tên kirin. Siyasetmedar Lezgîn Serhat diyar kir ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo êdî ne mijara nîqaşê ye û bûye armanceke şênber ku divê pêk were. Lezgîn Serhat banga seferberiyê kir û her kes vexwend meş û mîtînga ku wê di 16'ê Mijdarê de pêk were.