Operasyona Ewlehiya Domdar: 79 çete hatin girtin
Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar ragihand ku opreasyona li Kampa Holê û derdora wê bi dawî bûye û di encamê de 79 çete hatine girtin.
Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar ragihand ku opreasyona li Kampa Holê û derdora wê bi dawî bûye û di encamê de 79 çete hatine girtin.
Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar bi civîneke çapemeniyê ragihand ku operasyona li Kampa Holê û derdora wê ya li dijî şaneyên DAÎŞ'ê bi dawî bûye.
Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Berdevka Çapemeniyê ya YPJ'ê Rûken Cemal, bi Erebî jî ji aliyê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Qehreman Mûrad ve hate xwendin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Di 7 rojan de hêzên hevbeş ên odeya operasyona “Ewlehiya Domdar” ku ji Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin pêk tê, operasyonên mezin ji lêgerîn û kontrolkirina li herêmên başûr û bakurê bajarê Holê û kampa wê pêk anîn. Her wiha tevî operasyonên ewlehiyê, veşartgehên terorîstên DAIŞ'ê li herêmên navborî hedef girtin.
Operasyon li ser du baskên sereke bi rê ve çû. Di nava 2 rojên destpêkê de, lêgerîn li zêdetirî 200 gundên li başûr û bakurê Holê pêk hatin. 70 km ji sînorê Iraq-Sûriyeyê û deverên wê yên çolistanî girte nava xwe.
Operesyonên lêgerînê yên bajar û kampa Holê, bi beşdariya 5 hezar şervanên ji hêzên hevbeş, bi piştgirî û alîkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hatin.
Ji bilî xebatên lêgerîna bingehîn, hêzên operasyonê li bajarên Holê, Til Hemîs, gundewarên Til Koçer û rojhilatê bajarê Hesekê, bi ser zêdetirî 60 cih û veşartgehên şaneyên rêxistina terorê de girt.
Hêzên Ewlehiya Domdar ji destpêka operasyonê ve ji bo dabînkirina serkeftina operasyonê û pêkanîna armancên plankirî zelal û pabend bûn. Bi taybetî têkbirina veşartgehên terorê û ziwakirina jîngeha guncaw a terorê, ji bo bidestxistina asta bilind a ewlehiyê li herêmê, ev yek jî ku bi awayekî erênî li ser jiyana welatiyan û karên wan vedigere. Ji bo bidestxistina vê yekê jî pêwîstî bi gelek hewl û fedakariyên hêzên operasyonê heye ku amadebûna xwe ji bo berdewamkirina vê yekê ji destpêkê de bêyî dudilî piştrast kir.
Dema ku operasyonên lêgerînê derbasî kampa Holê bûn û 5 rojan dewam kir, encamên erênî yên operasyonên ewlehî û mirovî yên berê, xebatên hêzên ewlekariyê û rêveberiya kampê baş diyar bûn.
Lê belê ev yek ne di berjewendiya rêxistina terorîst a DAIŞˈê de bû. Ji ber vê yekê hewlên xwe ji bo ji nû ve birêxistinkirina xwe di nava kampê û derveyî wê de, domandin. Di heman demê de hewl dide êrişan plan bike. Her wiha ji nû ve rêxistina bi navê "Hisba Jinan" û "Eşbal El Xîlafe" bi rêxistin bike. Lê ji ber operasyonên ewlehiyê yên berdewam ên hêzên me ev hewldan têk çûn.
Ji ber girîngiya kampa Holê ku nêzî 40 hezar kes ji rêxistina DAIŞ’ê û koçberên din dihewîne, ev operasyon ji bo dabînkirina ewlehiyê, parastina jiyana niştecihan, rêgirtina li ber gihandina DAIŞ’ê û serkeftina têkoşîna hevbeş a li dijî rêxistina terorê, diviyabû bihata destpêkirin. Li ser vê bingehê kamp bi tevahî hat paqijkirin û bi taybet beşa "Muhacîrat" ku hîna jî ji bo avakirina rêxistina xwe di nava kampê de, xwe dispêre hovîtî û tundrawiyê. Di encama operasyonê de asta hovîtî û tundrawiya malbatên DAIŞ diyar bû. Nexasim ku îşkence li jinekê kiribûn, kuştibûn û laşê wê veşartibûn. Hêzên me bi rêya mikurhatinên jinekê ku beşdarî îşkenceyê bûbû, ev bûyer keşif kir.
Li kêleka oparesyonên lêgerînê, hêzên operasyonê amar û tomarên niştecihan kontrol kirin û binpêkirinên der barê pêşkêşkirina nav û nasnameyên sexte de rakirin.
Wek bîlançoya encama operasyonên ewlehî û leşkerî li gundewarên bakur û başûrê bajarê Holê û kampa wê;
- Hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar 79 çeteyên ji şaneyên rêxistina terorîst girtin.
- Hejmareke mezin a çekan, tevî bombe û mayînan destser kirin.
- Lêpirsîn bi 17 jinên ku destê wan di îşkencekirinê û alîkariya şaneyên terorîst de hebû, hat kirin.
- Gelek alavên elektronîk ên ku peywendiya di navbera şaneyên rêxistinê de û hevkarên wê yên di nava kampê de hêsan dike, li gel sembol û alên DAIŞ’ê desteser kirin.
Di encama êrişên dagirkeriya Tirk ên beriya operasyonê de û di dema operasyonê de gelek caran ev operasyon hat paşdexistin. Lewra diyar bû ku ev êriş aşkera bi armanca astengkirina operasyonê ji bo armancên taybet ên dagirkeriya Tirk pêk hatin.
Hêzên operasyonê ku di operesyonên lêgerîn û şopandinê de pisporî û berpirsyariya xwe ya bilind nîşan dan, li ser hevkarî û rêzgirtinê spasiya gelê herêmê dikin, her wek biryardariya xwe ya daîmî ji bo parastina wan û dabînkirina aramiyê tekez dikin.
Her wiha dê bi awayek îxurt li hemberî hemû hewldanên têkbirina ewlehiyê ji hêla DAIŞ û sûcdarên din ve, bersiva pêwîst bide. Hêzên operasyonê spasiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî dikin ku di hemû qonaxên operasyonê de piştgirî dan.
Em bang li civata navnetewryî dikin ku berpirsyariya xwe li hember şêniyên kampa Holê bi cih bînin û piştgiriya pêwîst ji hêzên ewlekarî, saziyên xizmetguzarî û rêvebirinê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêş bikin, da ku hemû pêdiviyan dûrî berjewendiyên siyasî û şêwazên kevneşopî yên dan û standina bi koçber û derbiderên herêmê re peyda bikin."