BI DÎMEN

'Jin hewl didin ku di hemû karên civakê de rola wan hebe'

Geşe Mihemed Qadir anî ziman ku jin hewl didin ku di hemû karen civakê de rola wan hebe û got: “Ez hêvî dikim ku ew jinên ku di hin karên diyarkirî de rola wan heye, di siberojê de bikarin di hemû kar û saziyan de roleke bibandor bilîzin."

Rêvebera Navenda Ciwanan a Kelarê Geşe Mihemed Qadir, li ser rewşa jinan a li Başûrê Kurdistanê û têkoşîna jinên ciwan a li dijî zihniyeta mêrsalar axivî. Geşe Mihemed diyar kir ku jin di saziyan de kêm xuya dibin û hêviya wê ew e ku jin di siberojê de roleke bibandor bilîzin û wiha got: "Ez hêvî dikim ku ew jinên ku tenê di hin karên diyarkirî de rola wan heye, di siberojê de bikarin di hemû kar û saziyan de roleke bibandor bilîzin. Sedemeke din a nebûna jinan di karê saziyan de ji ber wê yekê ye ku erkeke giran li ser wan heye wek dayikbûn û hin kar hene ku jinan diwestînin û dem ji wan re namîne ku zêdetir xuya bibin. Ez bawer im di siberojê de jin bikarin zêdetir xuya bibin û roleke bibandor di civakê de bilîzin."

Geşe Mihemed Qadirê anî ziman ku herêma Kelarê herêmeke girtî ye, ji ber vê yekê hin astengî tên pêşiya jinan û got: "Cihê kêfxweşiyê ye ku em dibînin ku jin di sînemayê de hene, diçin civîn û semîneran. Wekî min got, em di herêmeke girtî de ne, ji ber vê yekê pêwîstiya me bi demê heye da ku zêdetir vebûn çêbe û em pêş bikevin. Jin berdewam hewl didin ku di hemû kar û çalakiyan de rola wan hebe û ez bawer im di siberojê de dikarin pêşengiyê bikin."