BI DÎMEN

Li Drancyê banga beşdarbûna meşa Kolnê hat kirin

Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut li herêma Drancy a Parîsê beşdarî civîna gel bû û got, “Em ê li Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo biqîrin. Divê em pergala Îmraliyê hilweşînin.”

​​Amadekariyên beriya meşa Ewropayê ya navendî ya di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 16'ê Mijdarê de li Deutzer Werft ê Kolnê bê lidarxistin, didomin.

Di çarçoveya amadekariyên meşê de li Meclîsa Gel a Demokratîk a Parîsê Drancy civîna gel hat lidarxistin. Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut û Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê Şahîn Polat beşdarî civînê bûn.

Şahîn Polat di civînê de wiha axivî:

“Wek hûn jî dizanin, di 17'ê Sibatê de me pira hesinî ku pira herî xurt a Elmanyayê ye hejand. Ev yek bû manşeta rojnameyên Elmanyayê. Di yekemîn salvegera pêngavê de divê em bibin cîbicîkarê vê pêngava ku bi pêşengiya hevrêyên Rêbertiyê hatiye destpêkirin. Pêşengên vê têkoşînê gotin, ‘Li ser gora min deyndarê gelê xwe ye binivîsin'. Lê belê ev gel û bi taybetî yên ku vê têkoşînê dimeşînin jî deyndarê Rêbertiyê ne.

Wê rojê her kes wê bêje, ez ê di wê deryaya mirovan de bim, li Kolnê bim.  Ez ê di nav mîlyonan de bim. Em ê ji bo vê yekê bi rê bikevin.”

'YÊN XWEDÎ PERGAL IN Û RÊXISTINKIRÎNE WÊ BI SER BIKEVIN’

Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut ku axaftina xwe bi Kurdî kir, wiha got:

“Weke KCDK-E ne tenê ji bo welatek, herêm û bajarekî, ji bo hemû Ewropayê plansaziyek hatiye çêkirin. Ji ber ku destpêka pêngavê li hemû cîhanê pêk hat. Ji ber vê yekê wê meşa 16'ê Mijdarê di asta hemû Ewropayê de be. Di vê çarçoveyê de li hemû cîhanê civînên gel tên lidarxistin; pêvajo tê nirxandin û li ser wate û girîngiya pêngavê radiswestin. Helbet bi hewldaneke demdirêj û berfireh divê tecrîd bê şikandin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin û biryara komployê ya hêzên navneteweyî 26 sal berê girtibûn ji holê bê rakirin. Ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê û rakirina pergala Îmraliyê em bi xebatên ku bi salan e dimeşînin hatin vê astê. 

'DIVÊ EM PERGALA ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN!’

Êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Divê pergala Îmraliyê bê hilweşandin. Ji bîr nekin, kî rêxistinkirî û xwedî sîstem be, bi ser dikeve. Ger em 50 sal in li ber xwe didin, gelê me li ber xwe dide, ji ber ku em xwedî sîstem in. Bi van hestan divê em hemû bikevin nava tevgerê, ji bo meşa Kolnê bixebitin. Em ê bi hev re li Kolnê bibêjin 'Em azadiya Rêber Apo dixwazin, em azadiya xwe dixwazin'."

Civîna gel bi pirs û bersivan bi dawî bû.