Sendîkayên Brîtanyayê: Peyama Ocalan banga aqil û diyalogê ye

Unite the Union a ku di kampanyaya “Freedom for Ocalan” cih digire, li ser navê 14 sendîkayên mezin ên welêt bang kir ku demildest dawî li dagirkeriya qeyûman bînin û guh bidin banga dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Unite the Union aku xwedî sendîkaya herî mezin a bi 1.3 milyon endaman e û bi 14 sendîkayên mezin ên Brîtanyayê re kampanyaya “Freedom for Ocalan” dimeşîne têkildarî desteserkirina şaredariyan û hevdîtina parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan a bi Rêber Apo re pêk anî daxuyanî da û bang kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Peyama Ocalan banga aqil û diyalogê ye; divê ev bang hem ji aliyê Tirkiye û hem jî ji aliyê civaka navneteweyî ve li ber çavan bê girtin.”


Daxuyaniya bi sernavê “Kampanyaya ji Ocalan re Azadî ya Sendîkayên Qraltiya Yekbûyî, bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ye û daxwaza rawestandina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser demokrasiya xwecihî dike” wiha ye:
"Sendîkayên Qraltiya Yekbûyî xwedî dîrokek dirêj e ku bi gelên bindest re di nava piştgirî de ye ûtêkoşîna edaletê dimeşîne. Bi salan e bi awayekî aktîf tevlî kampanyaya ji Ocalan re Azadî ya ku di sala 2016’an de ji aliyê UNITE û GMB’ê ve hatiye destpêkirin û niha ji aliyê 14 sendîkayên mezin û Konfederasyona Sendîkayan (TUC) ve tê piştgirîkirin, cih digire. Bi vê kampanyayê re me her tim banga azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya aştiyane, demokratîk a pirsgirêka Kurd kir.
Dewleta Tirk polîtîkaya çewisandina sîstematîk a li ser civaka Kurd û saziyên wan ên demokratîk dimeşîne. Desteserkirina şaredariyên Kurd û tayînkirina qeyûman mînakên zelal ên hewldanên çewisandina mafên demokratîk û lawazkirina rêveberiyên xwecihî ne.


Desthilata Tirkiyeyê hefeteya borî dewletê qeyûm li şûna şaredarên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê tayîn kirin. Ev kiryar şêwazek berfireh a bi awayekî sîstematîk guhnedana demokrasiya xwecihî û ferzkirina kontrola otorîter e. Ji karavêtina van şaredarên ku gelek ji wan bi dengên mezin hatin hilbijartin, hewldanên berdewam yên Tirkiyeyê yên ji bo çewisandina tevgera sîyasî ya Kurd radixe ber çavan.
Serokomar Erdogan û hevalbendê wî Devlet Bahçelî jî di nav de lîderên Tirk her çendî di demeke nêz de bi eşkereyî pêşniyara diyalogê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd kirin jî, operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li ser sivîlên bêguneh û tora binesaziya berfireh a ku çavkaniyan dide gelên xwecihî yên li Rojava (Bakurê Sûriyeyê) berovajî vê nêzîkatiiyê ye. Xebatên artêşa Tirk nakokiyeke berbiçav di navbera pabendbûna nîqaşê ya dewletê ya ji bo aştiyê û kiryarên wê yên ku hêviyek ji bo diyaloga rastîn an çareseriyek aştiyane têk dibe, radixe ber çavan.


‘OCALAN AMADEYE KU ROLA XWE BILİZE’


Lêbelê, pêşveçûnek vê dawiyê rê li ber hêviyekê vekir. Di 23’yê Cotmehê de biraziyê Abdullah Ocalan piştî salên dirêj li girtîgeha lê dimîne bi Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ocalan di serdanê de peyameke zelal da ku ew ji diyalogê re amade ye û di çarçoveya hiqûqî û siyasî de tekezî li ser amadebûna xwe ya ji bo çareseriya aştiyane û vîna xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kir. Divê ev peyam neyê paşguhkirin: Ocalan her tim li Tirkiyeyê çareseriya aştiyane parast û di pêvajoyeke wiha de ji roleke girîng re amade ye.


'PEYAM BANGA AQIL Û DIYALOGÊ YE'


Peyama Ocalan banga aqil û diyalogê ye; ev bangewaziyek e ku divê hem ji aliyê Tirkiye hem jî ji aliyê civaka navneteweyî ve bi baldarî were pêşwazîkirin. Israra wî ya ji bo çareseriyek li ser bingehên qanûnî û siyasî hêviyê dide bi milyonan Kurdên li Tirkiyeyê û derveyî wê. Li gel tecrîda bi salan, Ocalan bi biryar e ku pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê çareser bike.


Ji bo nîşandana girêdana xwe ya ji bo diyalogê, divê desthilata Tirkiyeyê êrîşên leşkerî rawestîne, dawî li desteserkirina şaredariyan berde û bi rêzgirtina mafên demokratîk ên gelê Kurd, dilsoziya xwe ya ji bo diyalogê nîşan bide. Divê civaka navneteweyî, Qraltiya Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî di nav de, piştgiriyê bidin xebatên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê ku bi awayekî aştiyane û demokratîk.


'DIVÊ DEMILDEST SERBEST BÊ  BERDAN’


Weke Kampanyaya Sendîkayên Karkerên Qraltiya ji Ocalan re Azadî em van daxwazan dikin:


1. Li Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û şaredariyên din ên mexdûr tavilê vegerandina ser karên xwe û tayînkirina qeyûman ên ku îradeya demokratîk a gelan binpê dike.


2. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û demildest serbes were berdan, di her pêvajoya aştiyê ya pêşerojê de roleke sereke bilîze û beşdarî danûstandinên çareseriya pirsgirêka Kurd bibe.


3. Divê Tirkiye operasyonên leşkerî li Rojava rawestîne û tundiya li dijî hêzên Kurd û xelkê sivîl li Sûriyeyê rawestîne.


4. Gelên Tirkiyeyê û Kurd nûnerên hilbijêrin û mafên demokratîk ên çalakiyên siyasî yên aştiyane jî tê de, rêzdar bin û bêyî tirsa girtin û zextê karibin van mafan bikar bînin.


5. Tirkiye bi nûnerên gelê Kurd û komên cuda yên siyasî re diyalogê deyne, ji bo çareseriya aştiyane, demokratîk û domdarî pêk were, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya aştiyane, demokraîk û domdarî divê zextên navneteweyî bên kirin.