BI DÎMEN

TCŞ’ê ji Swîsreyê banga beşdarbûna meşa Kolnê kir

Endama TCŞ'ê Ronda Bat bi bîr xist ku di 16'ê Mijdarê de li Kolnê  ji bo azadiya Rêbertiyê wê bimeşin ûgot, “Em hemû hevalên xwe vedixwînin vê meşê û têkoşînê mezin bikin.”

Endamên TCŞ (Tevgera Ciwan ên Şoreşger) ên li bajarê Luzern ê Swîsreyê hatin ba hev, bi dîmen bangewaziya ji bo mîtînga mezin a Kolnê ya 16’ê Mijdarê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bê lidarxistin, kirin. 


Endama TCŞ’ê Ronda Bat wiha got: “Em dizanin ku di van rojên ku tecrîd bi giranî didome de herî zêde nêzî Rêbertî ne. Ji ber vê yekê em ê di 16’ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêbertî li Kolnê bimeşin. Em hemû hevalên xwe vedixwînin vê meşê û têkoşînê mezin bikin.”

Bang bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.