BI DÎMEN

Êrîşên dagirkeriyê li Nurnbergê hat protestokirin

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojava li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat protestokirin. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan. Di çalakiyê de girseyê bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” berz kirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser êrîşên li ser Rojava.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” bi dawî bû.