BI DÎMEN

Li Hannoverê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava li bajarê Hannover ê Elmanyayê hat protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava li bajarê Hannover ê Elmanyayê hat protestokirin. Çalakiya ku Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre axaftinên kurt hatin kirin û bang li Kurdistanî û dostên Kurdan hatin kirin ku kolanan neterikînin.

Demokratên li dijî Îranê jî piştgirî dan mîtînga ku li ber Gara Trenê ya Hannoverê pêk hat. Çalakvanan li navenda sûkê meşiyan û dawiyê dîsa vegeriyan cihê çalakî lê dest pê kir.

Di meş û mîtîngê de dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG/YPJ", "Terorîst Erdogan", "Terorîst Tirkiye" û "Qatilê zarok û jinan Erdogan" hatin berzkirin.