BI DÎMEN

Îmzeyên pêngavê radestî Wezareta Karên Derve ya Arjantînê hatin kirin

Îmzeyên ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji Kurdistanê re' hatin komkirin, ji aliyê şandeyekê ve radestî Wezareta Karên Derve ya Arjantînê hatin kirin.

Encamên kampanya îmzeyan ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji Kurdistanê re' di navbera 13-23'ê Mijdarê de hate meşandin, ji aliyê delegasyonekê ve radestî Wezareta Karên Derve ya Arjantînê hatin kirin. Delegasyon ji rêveberên sendîka û parêzvanên mafên mirovan pêk hat.

Îmzeyên hatin komkirin 2'ê Kanûnê bi dorê radestî Serokwezaretî, Yekîtiya Ewropa û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatin kirin. Saziyên di nava delegasyonê de bûn, ev in: CTA Autónoma, Encuentro Militante Cachito Fukman, Gremial de Abogados y Jubilados Insurgentes.

Çend ji kesayetên ku mohra xwe danîn binê kampanyayê jî ev in: Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Adolfo Pérez Esquivel, Rojnamevan-Nivîskar Claudia Korol, nivîskarê ji Uruguayê Raul Zibechi, Endama Xeta Damezrandinê ya Dayikên Plaza de Mayo Taty Almeyda Jarach, parêzvanên mafên mirovan Eduardo Néstor Soares, Carlos Lordkipanidse Sobreviviente de la Esma, parlamenterên Partiya Karker a Eniya Yekîtiya Çep (FITU) Vanina Biasi, Guillermo Kane, Parlamenterê Chubutê Santiago Vasconcelos, Parlamentera Neuquénê Gabriela Suppicich, Ji Tevgera Karker a Sosyalîst (MST) parlamenter Celeste Fierro.

Her wiha aktîvîsta ekolojiyê Francisca "Pancha" Fernández Droguett, aktîvîst Claudia Torres, hunermend Deni Valo, derhênera sînemayê Luisa Riley, rojnamevan Gloria Mur û gelek kesayetên din bi îmzeya xwe piştgirî dan kampanyayê.

Tê payin ku îmzeyên hatin komkirin rojên bê radestî Amnesty International, Konseya Ewropayê, Komîteya Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî bêne kirin.

Piştî ku îmze hatin radestkirin, endamên delegasyonê li pêşiya avahiya Serokwezaretiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û işaret bi vê girîngiya kampanyayê kirin:

EM Ê DI DAXWAZÊN XWE DE ISRAR BIKIN

María José Cano (Dîrektora Mafên Mirovan a CTA-Autónoma): Ji bo encamên kampanya îmzeyan a 10 rojan a ji bo 'Azadiya Ocalan, çareseriya siyasî ya Kurdistanê' hatin komkirin radestî Wezareta Karên Derve bikin em îro li ber Serokwezaretiya Arjantînê li hev kom bûne. Ji bo vê encama mezin û daxwaza azadiya Ocalan û çareseriya siyasî ya hebûna gelê Kurd ji rayedarên dewletê re ragihînin em li hev kom bûn. Gotin, wan not girtine. Em ê jî vê pêvajoyê bişopînin û ji bo qebûlkirina daxwazên xwe israr bikin. Em ê serî li nûnertiyên Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî û daxwazên xwe ji wan re jî ragihînin. Em dixwazin ji vê derê ragihînin, di nava 10 rojan de encama ku me bi dest xist gelekî mezin e. Lewma em spasiya her kesî dikin ku piştgirî dan.

ŞER NEÇAR E KU BI AŞTIYÊ BI DAWÎ BIBE

Eduardo Soares (Endamê Gremial de Abogados): Divê bê destnîşankirin ku şerên herêmî her tim neçar e ku bi lihevkirineke aştiyane bi encam bibin. Eger bi şer û polîtîkayên cezakirin û zordariyê çareserî bê ferzkirin wê rewş û kaos hîn giran bibe. Ji ber vê yekê, ji bo gelê Kurd bigihêje çareseriyeke aştiyane divê Ocalan azad bibe.

EM DAXWAZA AZADIYA OCALAN DIKIN

Carlos Loza (Endamê Encuentro Militante Cachito Fukman): Gelê Kurd ji bo xweser bibe têdikoşe. Êrîşên hêzên dewleta Tirk, Îran û Sûriyeyê nayên qebûlkirin. Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd a ji bo statuyê û daxwaza azadiya Ocalan dikin.