ATÎK: Bi çalakiyên li kolanan xwedî li Rojava derkevin
ATÎK’ê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û banga xwedîlêderketina berxwedana ku ji bo parastina destkeftiyên Rojava tê dayîn kir.
ATÎK’ê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û banga xwedîlêderketina berxwedana ku ji bo parastina destkeftiyên Rojava tê dayîn kir.
Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropayê (ATÎK), li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her çend dewletên endamên NATO’yê û dewleta Tirk HTŞ’ê weke rêxistina terorê dibînin jî, li Ukranyayê perwerdeya Balafirên Bêmirov a Biçek didin û diyar kir ku ev yek nîşaneya hevkariyê ye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gel ku dewleta Tirk a dagirker gotinên ‘çareseriyê’ dike jî, êrîşên wî yên topyekûn ên li dijî gelê Kurd dewam dikin. Li aliyekî ve dema girtin û tayînkirina qeyûman dewam dikin, li aliyê din jî bi piştgiriya çeteyên cîhadîst ên li Sûriyeyê gef li Rojava dixwe. Hedefa wî ya esas diyar e; Dixwaze tevgera Kurd parçe bike û Şoreşa Rojava û destkeftiyên wê tasfiye bike.”
Em weke ATÎK’ê bang li hemû kedkar û karkerên xwecihî û koçber ên li Ewropayê û hêzên demokratîk dikin ku bi çalakiyên li kolanan xwedî li berxwedana ku ji bo parastina destkeftiyên Rojava tê dayîn derkevin.”