BI DÎMEN

YCWK’ê li dijî êrîşên ser Rojava çalakî li dar xist

Yekîneyên YCWK’ê yên Stebolê,  li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava çalakî li dar xistin.

Di çarçoveya pêngava ‘Em bi têkoşînê bibin yek, bi Rêber Apo re azad bibin’ de li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava çalakî hatin lidarxistin.

Naveroka daxuyaniya Yekîneyên YCWK’ê yên Stenbolê bi vî rengî ye:

‘’Li navçeya Bagcilar a Stenbolê şeva 1’ê Kanûnê wesayiteke aîdî şexsekî  hevkarê AKP-MHP’ê hate şewitandin.

Yekîneyên me şeva 2’yê Kanûnê li dijî saziya hevkarê AKP-MHP’ê ya bi navê ŞAD-DER a li navçeya Avcilar a Stenbolê destpêkê bi teqemeniyan û piştre jî bi molotofan çalakiyek li dar xist û pişre jî wesayita saziyê şewitand. Çalakî zirareke mezin da saziyê ku êdî neyê bikaranîn.

Her du çalakî jî li dijî êrîşên dagirkeriyên yên li ser Rojava hatin lidarxistin. 

Em weke YCWK’ê dibêjin ku bila her kes baş bizanibe ku li dijî êrîşên li ser gelê me, em ê tim bersivê bidin. Em bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku di van çalakiyan de cihê xwe bigirin.’’