BI DÎMEN

TEV-ÇAND li Kolnê çalakî li dar xist

TEV-ÇAND’ê li ber Dêra Domê ya Kolnê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku êdî dem hatiye ku têkoşîna li dijî komploya ku bi salan e tê meşandin bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tacîdar bikin.

Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Dêra Domê ya Kolnê çalakî hat lidarxistin. 

Hunermendên di nav TEV-ÇAND'ê de xebatên xwe yên hunerî dimeşînin, nûnerên komeleyên FED-MED’ê beşdarî çalakiyê bûn û zextên li ser ziman û çanda Kurdî yên di demên dawî de zêde bûne hatin şermezarkirin.

Hevseroka FED-MED'ê Şevîn Sîncar komploya navneteweyî ya di sala 1999'an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat şermezar kir û diyar kir ku gelê Kurd 26 sal in li dijî komployê têkoşîna azadî û edaletê didomîne. Şevîn Sîncar danî ziman ku di şexsê Abdullah Ocalan de komplo li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin û bi bîr xist ku pêngava ji aliyê dostên Kurdan ve ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin wê bi ser bikeve. 

Şevîn Sîncar banga beşdarbûna meşa mezin a li navenda Ewropayê ya di çarçoveya xebatên qonaxa duyemîn a pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" di 16'ê Mijdarê de li Kolnê wê bê lidarxistin, kir. Têkoşîna gelê Kurd û dostên wan wê mezin bibe.

Hunermend Xelîl Xemgîn bal kişand ser girîngiya xebatên di çarçoveya pêngavê de tên meşandin û diyar kir ku divê hunermend di vê pêvajoyê de bi awayekî çalak tevbigerin. Xemgîn anî ziman ku divê huner her tim bibe dengê civakê û bibe pêşengê siyasetê. Hunermend Xemgîn destnîşan kir ku hunera Kurdî bi saya fikrên Rêber Apo nasnameya xwe ya rêxistinî û neteweyî bi dest xist, lewma divê hunermend di têkoşîna civakî de bibin pêşeng. 

Ji hunermendên TEV-ÇAND'ê Bermal jî komploya navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku êdî dem hatiye ku têkoşîna li dijî komploya ku bi salan e tê meşandin bi azadiya Rêber Apo tacîdar bikin.

Çalakî bi pêşkêşkirina stranên hunermendên TEV-ÇAND'ê yên ji bo Abdullah Ocalan hatine çêkirin berdewam kir. Kurdistaniyan li ber stranan govend gerandin û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Çalakî bi konsera komên TEV-ÇAND'ê bi dawî bû.