BI DÎMEN

Vê carê hewl dan Nav Berlînê bişewitînin

Navenda Nav Berlînê ku duhî bi serdegirtina polîsan re rû bi rû ma, îro jî hewl dan bişewitînin. Dema ku kesên li lokalê ew ferq kirin erîşkar ketin panîkê û rêviyan lê nehatin girtin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (Nav-Berlîn) ya li paytextê Elmanyayê Berlînê ji aliyê hin kesên nasnameya wan nediyar ve hewldana şewitandinê pêk hat.
Kiryar, nêzî saet 15.45'an hatin pêşiya navendê û piştî ku benzîn rijadin pêşiya avahiyê hewl dan wê bişewitînin. Lê berî ku agir berdin avahiyê endamên li navendê rewş ferq kirin û êrîşkar ketin panîkê û ji cihê bûyerê baz dan. Li navendê nêzî 40 kesî hebûn.
Desteya rêveberiya Nav-Berlînê wisa texmîn dikin ku ev bûyer sûîkastek e ku ji aliyê netewperestên Tirk ve pêk hatiye. Endamê Meclîsa Nûnerên Berlînê siyasetmedarê çepgir Ferat Koçak ku bi eslê xwe Kurd e di dema bûyerê de li avahiya navendê bû. Koçak giliyê êrîşkarên nasnameya wan nediyar li ba polîsan kir. 


Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz ku duhî di heman saetê de di serdegirtina polîsan de hat girtin û piştre serbest hat berdan serdegirtina derhiqûqî û dijdemokratîk a polîsên Berlînê bi bîr xist û ji ajansa me re axivî: "Em ji bo demokrasî û azadiyê xebatên xwe yên civakî û siyasî di nav çarçoveya zagonên Elmanyayê de bi rê ve dibin. Em ê xebatên xwe bi awayekî demokratîk bidomînin. Kesên ku pargela xwe ya hiqûqî binpê dikin û bi tewanbarkirinê dixwazin çavê me bitirsînin. Li dijî kesên ku xwedî hişmendiya kiryarên Mereş û Sêwasê ne ku mirov bi saxî şewitandin bêdeng dimînin, em vê qebûl nakin. Hişmendiya çeteyên hov ku li Rojava Kurd bi saxî dişewitandin û ya kesên ku hewl dan Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ku li paytexta Elmanyayê Berlînê bişewitînin heman hişmendî ye. Yên ku dengê xwe ji vê yekê re nakin jî şirîkên van sûcan e. Ji ber vê yekê em careke din tînin ziman ku wekî her gelê ku rêzê li demokrasî, hiqûq û mafên mirovan digire em jî xwedî mafê têkoşînê ne. Kesên hewl didin me tewanbar bikin û hêzên ewlekariyê yên ku bi çekan bi ser saziya me de digirin, divê dev ji polîtîkayên bişaftinê yên li dijî gelê Kurd berdin. Em bang wan dikin ku peywira xwe bi awayekî rast bi cih bînin."