NAV-BEL: Heta Rêber Apo azad bibe em ê li kolanan bin

Hevserokê NAV-BEL'ê Torî Orak li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Liege daxuyanî da û got: “Heta Rêber Apo azad nebe, ne pêkan e pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibe. Em li dijî tecrîd û êşkenceyê li qadan e.”

Meclîsa Gelê Kurd a Liegeyê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji “pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” li qada Saînt Lambertê daxuyanî da.

Li ser navê Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Belçîkayê Hevserokê NAV-BEL Torî Orak axivî. Orak diyar kir ku dostên Kurdan beriya salekê dest bi pêngavê kirin û wiha got: “Bêguman di vê komployê de dewletên Ewropayê roleke mezin lîstin. DMME’yê biryarek da, lê dewletên Ewropayê guh nedan vê biryarê û bêdeng man. Dewletên Ewropayê qanûnên xwe neparastin. Tecrîd û êşkence 4 sal in berdewam dike. Helwesta saziyên navneteweyî yên li hemberî tecrîdê bêdengî ye. Gelê Kurd helwesta wan dibîne û qebûl nake. Ger dewletên Ewropayê nirx û biryarên xwe biparêzin, divê bi lezgînî ji bo azadiya Rêber Apo bikevin nava liv û tevgerê. Hemû cîhan dizane; Rojhilata Navîn di nava kaoseke mezin de ye û ev kaos li ber teqînê ye. Navenda çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn, Rêber Apo ye. Ev rewş wê di pêşerojê de hîn zêdetir eşkere bibe. HHeta Rêber Apo azad nebe, ne pêkan e pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibe. Ji ber vê yekê em vê tecrîdê, vê êşkenceyê qebûl nakin. Em li dijî vê li qadan in."