Pêkhateyên CDK-S’ê ji bo meşên Basel û Kolnê hatin ba hev

Pêkhateyên CDK-S'yê ji bo plankirina pêngava "Ji Rêber Apo re  azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” hatin ba hev û ji bo meşên dê 12'ê Cotmehê li Baselê û 16'ê Cotmehê li Kolnê bên lidarxistin bangawaziya tevlêbûnê kirin.

Rêveberên komun û meclîsên di bin banê Desteya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) ji bo nirxandina çalakiyên li dijî 26’ê salvegera komploya navnetewî yên di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re  azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de hatin ba hev. Pêkhate li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aarauya li bajarê Lenzburgê hatin ba hev, çalakiyên li dijî komployê nirxandin û li ser plansaziyên pêşerojê danûstandin kirin. 


MÎTÎNGA BASELÊ YA 12’Ê COTMEHÊ GIRÎNG E


Beşdaran çalakiyên di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re  azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de nirxandin û diyar kirin ku geşedanên girîng pêk hatine lê ne di asta şikandina tecrîdê de ne. Di civînê ev tişt hatin gotin: "Divê çalakiyên di serdema nû de bihêztir bin. Mîtînga ku dê 12'ê Cotmehê li Baselê bê lidarxistin li ser navê Swîsreyê giring e. Em dikarin azadiya Rêberê xwe bi çalakiyên xurttir pêk bînin."


16’Ê MIJDARÊ EM Ê LI KOLNÊ BIN


Desteyê diyar kir ku xebatên ji bo mitînga Ewropa-navendî ya ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd di 16'ê Mijdarê de li Elmanyayê bê lidarxistin bi rihê seferberiyê bê navber didomin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Heta roja mitîngê em ê mal bi mal bigerin û bi hezaran însanan beşdarî çalakiya li Kolnê bikin. Em dixwazin bang li hemû gelê xwe û dostên xwe bikin ku ji bo azadiyê Rêberê xwe bi rihê seferberiyê beşdarî vê pêvajoyê bibin."


Civîn bi plansaziyê bi dawî bû.