FED-KURD serdegirtina polîsan a li ser Nav-Berlînê şermezar kir

FED-KURD'ê daxuyand ku serdegirtina polîsan a li ser Nav-Berlînê rasterast hedefgirtina têkoşîna demokratîk û mafê rêxistinbûyîna gelê Kurd en û bang li hikûmet û rayedarên Elman kir ku li hember mafên rewa yên demokratîk ên gelê Kurd rêzdar bin.

Federasyona Kurdên Azad ên Elmanyaya Rojhilat (FED-KURD) êrîşa li dijî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li paytexta Elmanya Berlînê bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hatin gotin:

“Bu nêzîkbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê re gelê Kurd û bi milyonan daxwazên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xurtî tînin ziman. Di vê dema krîtîk de, em serdegirtina Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (Nav-Berlîn) a li paytexta Elmanya Berlînê bi tundî şermezar dikin. Em vê êrîşa li dijî daxwazên azadî, aştî û demokrasiyê yên gelê Kurd qebûl nakin, em tekez dikin ku divê Elmanya demildest dev ji polîtîkayên xwe yên krîmînalîzekirina gelê Kurd berde.

Elmanya ev 31 sal in mafê rêxistinbûnê yê gelê Kurd qedexe dike û daxwazên wan ên demokratîk bi awayekî sîstematîk krîmînalîze dike. Vê nêzîkatiyê bi polîtîkayên zext û tecrîdê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd re dimeşîne û ev nayê qebûlkirin. Lê belê gelê Kurd wê li hemberî zextan paşve gav neavêje û tu carî dest ji daxwazên xwe yên mafên demokratîk û azadiyê bernede.

Serdegirtina bê hiqûqî ya li dijî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Nav-Berlîn a li Berlînê tê meşandin, mînakeke berbiçav a van polîtîkayên krîmînalîzekirinê ye. Ev serdegirtina ku tu bingeha wê ya hiqûqî tune bû û bêyî biryara lêgerînê hat kirin, rasterast têkoşîna gelê Kurd a demokratîk û mafê rêxistinbûnê hedef girt. Polîsên Elman bi van pêkanînên keyfî mafên demokratîk binpê kirin û helwesteke zordarî nîşan da.

Ev helwesta Elmanyayê di vê dema ku salvegera komploya navneteweyî nêz dibe pêk tîne, li dijî nirxên demokratîk û pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî ye. Dewleta Elman bi van polîtîkayan qanûnên xwe û pîvanên bingehîn ên Yekîtiya Ewropayê binpê dike. Bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî vê mijarê û helwesta zextê ya Elmanyayê ya li hemberî gelê Kurd, xizmetê ji polîtîkayên tecrîdê yên dewleta Tirk re dike.

Di vê çarçoveyê de em bang li hikûmet û rayedarên Elman dikin ku li gorî nirxên gerdûnî û demokratîk tevbigerin, ji mafên rewa yên demokratîk ên gelê Kurd rêz bigirin û demildest dawî li êrîşên polîsan ên derqanûnî yên li ser saziyên Kurdan bînin.

Weke gelê Kurd em bi biryar in ku di sala 26’an a komploya navneteweyî de li dora Rêber Abdullah Ocalan hevgirtin û yekîtiyê xurtir nîşan bidin. Em ê parastina maf, sazî û nirxên xwe yên demokratîk bidomînin. Di vê pêvajoyê de em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin û bi xurtî piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê.”