15’ê Tebaxê li Sîon û Winterthûrê bi coş hat pîrozkirin
15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarên Sion û Winterthûr ên Swîsreyê bi coşa cejnê hat pîrozkirin.
15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarên Sion û Winterthûr ên Swîsreyê bi coşa cejnê hat pîrozkirin.
SÎON
Înîsiyatîfa Gelê Kurd a Sîonê li peravên Gola SionêPêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir. Pîrozbahî di şexsê Fermandarê Pêngava 15’ê Tebaxê Mahsum Korkmaz (Egîd) de bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.
Li ser navê Însiyatîfa Gelê Kurd a Sîonê Rûşen Tûtkû axivî û cejna vejînê li gel pîroz kir û li ser girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê axaftinek kurt kir.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Sozdar Sîdar axivî û 15’ê Tebaxê di serî de li malbatên şehîdan, gerîlayên ji bo azadiya Kurdistanê li ber xwe didin û gelê Kurd pîroz kir û têkoşîna gerîlayan silav kir. Sozdar Sîdar diyar kir ku êşkenceya tecrîdê ne tenê biryareke faşîzma dewleta Tirk e û got, "Çawa ku hêzên navneteweyî di sala 1999'an de li dijî Rêberê me komplo pêk anîn, îro jî ji bo dewamkirina komployê êşkenceya tecrîdê dimeşînin.”
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê Zulfu Bînbîr jî 15’ê Tebaxê li gelê Kurdistanê pîroz kir. Li ser navê Însiyatîfa Jinê ya Leyla Qasima Sîonê Elîf Şahîn daxuyaniya têkildarî dîroka Têkoşîna Jinên Kurd û artêşbûna jinê xwend.
WINTERTHÛR
Li qada Quartierverein Gutschick ya Winterthur ê Swîsreyê 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê CDK-S û Saziya Zimanê Kurdî ya Swîsreyê Alî Şîmşek axaftina vekirinê kir û got, "15'ê Tebaxê hem di civaka Kurd de û hem jî di qada siyasî de bû sedema gelek guhertinan. Kurdan ji bo vê guhertinê berdêlên mezin dan. Wekî civaka herî girîng tê naskirin.”
Pîrozbahî bi gerandina govendê û stranên Hozan Kawa Urmiye û Muzîkjen Akin berdewam kir.
Di pîrozbahiyê de bavê şehîd Şemsettîn Tûnç helbesta ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsî xwend. Di pîrozbahiya ku di nava coşa cejnê de derbas bû, pêşbirkên curbecur hatin lidarxistin.
Pîrozbahiya 15'ê Tebaxê bi gerandina govendê bi dawî bû