15’ê Tebaxê li Bremenê hat pîrozkirin
Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarê Bremen ê Elmanyayê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de berxwedana gerîla hat silavkirin û tecrîd hat şermezarkirin.
Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarê Bremen ê Elmanyayê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de berxwedana gerîla hat silavkirin û tecrîd hat şermezarkirin.
40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li ber çemê Weser ê Bermenê bi coş hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê û Meclîsa Jinê ya Sêvê hat organîzekirin. Hunermend Hozan Aydin, Ziyadîn Dogan, Ozgur Comert, Şurzen Bêrîtan derketin ser dikê. Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş di pîrozbahiyê de axivî.
Pîrozbahiya 15’ê Tebaxê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Moderatorê pîrozbahiyê ev tişt anî ziman: “Şehîd pêşengên têkoşîna me ya şoreşê ne. Cejna Vejînê bi taybetî li mîmarê têkoşîna azadiya gelê Kurd Rêber Apo pîroz be. Em ji vir ji Rêber Apo re bi hezaran silavan dişînin. Cejna Vejînê li dayik, bav û zarokên şehîdan pîroz be. Cejna Vejînê li gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin pîroz be. Cejna Vejînê li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û hemû Kurdistanê pîroz be.”
Piştre siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş li ser wate û girîngiya Pêngava 15'ê Tebaxê axivî. Siyasetmedar Aktaş di axaftina xwe de got, “Ez dixwazim helwesta Heval Egîd li konferansa yekemîn a li qada Rojhilata Navîn hatibû organîzekirin vebêjim. Helbet Heval Egîd di konferansa yekemîn de bi baldarî û tevlîbûna xwe bi her awayî bal kişand ser xwe. Di şahiya moralê ya piştî konferansê de heval Egîd di serê govendê de cih girt. Ger hûn bala xwe bidinê, piştî plansaziyê em bi moral diçin çalakiyê. Yek ji pêşengên vê yekê heval Egîd e. Tiştekî din jî ew e ku dema em li gerîla dinêrin gerîla beriya çalakiyê her tim govendê digerîne. Wateya govendê li gel me ev e.”
Pîrozbahiya Pêngava 15'ê Tebaxê ya Bremenê gerandina govendê ya li ber stranan berdewam kir. Di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Jin, Jiyan Azadî" hatin berzkirin.