Berlîn li dijî dagirkeriyê daket qadan
Bi organîzasyona hevpar a Nav Berlîn û Meclîsa Jinê ya Dest Dan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li Qada Wittenbergplatz a Berlînê meşek girseyî hat lidarxistin.
Bi organîzasyona hevpar a Nav Berlîn û Meclîsa Jinê ya Dest Dan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li Qada Wittenbergplatz a Berlînê meşek girseyî hat lidarxistin.
Komek qelebalix li dijî operasyonên artêşa Tirk ên li Bakurê Iraqê ji Wittenbergplatz a Berlînê dest bi meşê kirin. Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî meşa bi daxwaza rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bûn.
Hevserokê FEDKURD’ê Menderes Canbeg bertekên tund nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da. Canbeg diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst bi çekên kîmyewî êrîşî ser hêzên gerîla yên bi qehremanî li ber xwe didin dike û sûcê şer dike. Canbeg anî ziman ku divê li Ewropayê li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin û destnîşan kir ku duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê li tevahiya Kurdistanê têk çû.
Beşdarekî din jî li ser navê ciwanên enternasyonalîst axivî û diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê nayên qebûlkirin û da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst bi avakirina baregehan dixwaze Kurdistanê bi awayekî mayînde dagir bike û sînorên xwe berfireh bike. Hat gotin ku desthilatdariya kujer Recep Tayyîp Erdogan hewl didin Kurdan tine bikin, lê belê wê ti carî negihêje vê armancê.
Di tevahiya meşê de çalakgeran bi Kurdî û Elmanî dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla! Alle Besatzer, raus aus Kurdistan!” berz kirin.