Li Parîsê bi dirûşma ‘Em ê tecrîda mutleq bişkînin’ çalakî hat lidarxistin
Bi pêşengiya TJK-F’ê bi armanca balê bikşînin tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, li Parîsê stand û pêşangeheke wêneyan hat vekirin.
Bi pêşengiya TJK-F’ê bi armanca balê bikşînin tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, li Parîsê stand û pêşangeheke wêneyan hat vekirin.
Bi pêşengiya TJK-F’ê li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Chatelet a Parîsê stand hate vekirin. Li standê broşurên pirtûk û felsefeya Abdullah Ocalan vedibêjin hatin pêşandan.
Di pêşangeha hunerê de bi nivîsên Fransî bal kişandin ser şert û mercên tecrîda mutleq a li Îmraliyê û sûcên li dijî mirovahiyê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd tên meşandin.
Endamên jin ên TJK-F'ê li gelê Fransa û tûrîstan belavokên tecrîdê vedibêjin, belav kirin.