15'ê Tebaxê li Swîsreyê bi coş hat pîrozkirin
Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an Egîd (Mahsûm Korkmaz) li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hat pîrozkirin.
Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an Egîd (Mahsûm Korkmaz) li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hat pîrozkirin.
Kurdistaniyên li Swîsreyê serê sibê ber bi qada Nationalquai ya ku pîrozbahî lê hat lidarxistin ve herikîn. Barana ku dihat jî nekarî pêşiya coşa girseyê bigire. Pîrozbahî di şexsê fermandar Egîd de bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Cemal Ozdemîr û Dîlan Çetînkaya kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn silav kirin û axaftin kirin.
Ozdemîr diyar kir ku guleya yekemîn a di 15'ê Tebaxa 1984'an de ji aliyê fermandar Egîd ve li dijî pergala mêtingeriyê ya ku hebûna gelê Kurd ji nedîtî ve hat avêtin, tirseke mezin di nava dewleta Tirk de çêkir û got, “Dewleta faşîst a ku digot wê PKK'ê biqedîne, îro li hemberî berxwedana gerîlayan şikestiye. Ji dema guleya yekemîn hatiye avêtin, gelê Kurd û gerîlayên wan li çeperên berxwedanê berxwedana xwe didomînin. Em ê tu carî paşve gav neavêjin. Em şehîdên xwe yên ku ev roj diyarî me kirine bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya di destpêka axaftina xwe de Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla û malbatên şehîdan pîroz kir û got, “Îro rêhevalên me yên li her qadê li ber xwe didin hene. Em bejna xwe di serî de fermandar Egîd ê ku 40 sal berê tovê vê berxwedanê çandiye û şehîdan ditewînin û wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Cejna Vejînê li Rêber Apo, gerîlayên me, malbatên şehîdan û hemû gelê me pîroz be.”
Daxuyaniya Elmanî ya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) têkildarî pîrozbahiya 15’ê Tebaxê hatibû amadekirin ji aliyê Ozen Ayraç ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de roja dîrokî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên azadiyê, jinan, gel û berxwedêrên zindanan hat pîrozkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di ser 15'ê Tebaxa 1984'an de 40 sal derbas bûn û wiha hat gotin: “Îro 15’ê Tebaxê tenê ji bo gelê Kurd nayê wateya azadiyê, tê wateya ramana gerdûnî. Fikrên Serok Apo îro li her aliyê cîhanê tên axaftin. Azadiya jin û civakê, azadkirina xwezayê, jiyaneke ekolojîk û weke rêya sêyemîn konfederalîzma demokratîk tê axaftin. Bi ruhê 15’ê Tebaxê em îro têkoşîna xwe ya li dijî şer, komkujî, dagirkerî û mêtingeriyê didomînin. Pêwîste ev vîn û hêz hîn bi pêştir bikeve.”
FELSEFEYA RÊBER APO JI CÎHANÊ RE BÛYE HÊVÎ
Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Şukran Sîncar di pîrozbahiyê de axivî. Şukran Sîncar di axaftina xwe de bal kişand ser guleya yekem a di bin fermandariya Egîd de li dijî mêtîngeriya Kurdistanê hatiye avêtin û wiha got: “Îro bi mîlyonan mirov li pey têkoşîna ku bi berxwedana Bêrîtan, Zîlan û Ronahiyan misoger bûye, dimeşin. 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd rojeke pîroz e. Piştî guleya yekem felsefeya Rêber Apo di nava gelê Kurd de belav bû. Îro ev paradîgma ji bo hemû cîhanê bûye hêviyek. ji ber vê yekê tecrîda girankirî li ser Rêber Apo dimeşînin. Em ê tu carî vê tecrîdê qebûl nekin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê li her qadê mezin bikin."
SEVER: GELÊ KURD LI HER DERÊ LI BER XWE DIDE
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) Engîn Sever jî di destpêka axaftina xwe de 15’ê Tebaxê li gel pîroz kir. Sever diyar kir ku dewletên emperyalîst ji bo pergala înkar, îmha û qirkirinê ya li ser gelê Kurd bidomînin li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya komployê dane destpêkirin û got, “Gelê Kurd niha li dijî vê komployê di şert û mercên dijwar de li ber xwe dide. Bila her kes li vir bibîne ku gelê Kurd çiqasî bi hêz e. Niha her parçeyek Kurdistanê di bin dagirkeriyê de ye, lê berxwedana gelê Kurd vê dagirkeriyê dişkîne. Me çawa li Kobanê DAÎŞ têk bir? Bi berxwedanê me têk bir. Ev berxwedan li Kurdistanê didome. Niha dewleta Tirk ji hêza gerîlayên ku di tunelên şer de şer dikin ditirse û têk çûye. Gelê Kurd bi deh hezaran şehîd daye. Wê îro û sibê li ber xwe bide û tecrîda li ser Rêberê me bişkîne. Em bawerin ku wê ciwanên Kurd vê berxwedanê veguherînin serkeftinê. Gelê Kurd nîşanî hemû cîhanê da ku ew dikarin 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin li qadên Ewropayê pîroz bikin û nirxên xwe biparêzin. Hezar car silav ji Rêberê Gelê Kurd re. Rêber APO bîst û şeş sal in li girava Îmraliyê li ber xwe dide. Silav li Rêberê me yê ku bi berxwedana xwe komplo pûç kir re.”
Di pîrozbahiyê de Koma Awazê Mîtra, Koma Herekol, Koma Erbane, Berî Altay û Ozan Diyar Dersim derketin ser dikê. Kesên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn li ber stranan govend gerandin. Ji ber ku qada Nationalquai ya ku pîrozbahî lê hat lidarxistin, li kêleka Gola Lûzernê bû, gelek Swîsreyî û tûrîstên hatibûn wir pîrozbahî şopandin. Pîrozbahiyê heta saetên êvarê dewam kir.