BI DÎMEN

Li bajarê Frankfûrtê dagirkerî hat şermezarkirin

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên PDK’ê yên hevkar bi meşekê hat şermezarkirin.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Çalakiya ji aliyê FCDK KAWA û TJK-E Hessenê ve hat organîzekirin bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk a faşîst û xiyaneta PDK’ê ji 17’ê Nîsana 2021’an û vir ve êrîşên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşînin û bang li hemû Kurdistanî û dostên wan hat kirin ku li dijî dagirkeriyê têbikoşin.

Di meşa ku li ser rêya qelebalix a navenda bajêr de pêk hat, bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", “Bijî gerîla" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya KON-MED’ê ya li dijî dagirkeriyê amade kiribû hat xwendin. Pişî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.