BI DÎMEN

15'ê Tebaxê li gelek navendên Ewropayê hat pîrozkirin

Li gelek navendên Ewropayê bi boneya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîrozbahî hatin lidarxistin.

CEJNA VEJÎNÊ YA 15’Ê TEBAXÊ

DUSSELDORF
YJK-E NRW’ê di çarçoveya pîrozbahiya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê meş û şahî li dar xistin.


Bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi boneya 40’emîn salvegera Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li ber Hauptbahnof a Dusseldorfê li hev civiyan. Di daxuyaniya çapemeniyê ya bi Elmanî hat dayîn de polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk, êrîşên dagirkerî û îmhayê yên li ser qadên gerîlayan tên kirin hatin şermezarkirin û li ser girîngiya berxwedana bi pêşengiya PKK’ê tê meşandin rawestiyan.

Piştî daxuyaniyê girse bi pankarta “Em bi rihê Fermandar Egîd li ser rêya azadiyê dimeşin” heta qada Corneliusplatzê meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên silavkirina pêngava yekemîn a PKK’ê û berxwedana gerîla hatin berzkirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan”, “Bijî Serok Apo” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin. Girseyê pankart û dowîzên ku bal kişandin ser berxwedana qadên Parastina Medyayê hilgirtin. Her wiha di meşê de li ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bi Elmanî anonsên agahdarkirinê hatin kirin. 

Meş li kolanên Dusseldorfê bi hilgirtina alên PKK’ê bi coş dewam kir û li Corneliusplatzê bi dawî bû. Girseyê Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê li meydana Corneliusplatzê bi gerandina govendê pîroz kir. Girseya demek dirêj li ber stranên Hozan Comert li qadê govend gerandin.

GOETZIS

Kurdistanî li Komeleya Çand û Hunerê ya Sara ya bajarê Goetzîs a Awûstûryayê li hev civiyan û Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin.

Bername bi axaftina vekirinê û pêşandana sînevîzyonê dest pê kir. Li ser navê rêveberiya komeleyê Amed Farqîn li ser girîngiya dîrokî ya 15'ê Tebaxê û wateya wê ya di têkoşîna Kurdan de axivî.

Di bernameyê de timî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û “Bijî gerîla" hatin berzkirin.

Piştî axaftinan şahî bi konsera muzîkê û gerandina govendê dewam kir.