Şehîd Gelhat Koçer li Kîelê hat bibîranîn
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê ji bo Gelhat Koçer (Abdullah Arslan) ê di 9'ê Hezîrana 2024'an de li Metîna şehîd bû, merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê ji bo Gelhat Koçer (Abdullah Arslan) ê di 9'ê Hezîrana 2024'an de li Metîna şehîd bû, merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Gelhat Koçer (Abdullah Arslan) ê di 9'ê Hezîrana 2024'an de şehîd bû, li bajarê Kîelê hat bibîranîn. Xwişka mezin a şehîd Gelhat Koçer Taybet Başaran di bîranînê de axivî û diyar kir ku şehîd Gelhat şehîdê Kurdistanê ye. Hevserokê KOMAW'ê Xoşnav Ata jî diyar kir ku tu pirtûk nikare bi temamî şehîdan rave bike.
Bîranîna li navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kîelê hat lidarxistin û bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Xwişka Gelhat Koçer a mezin Taybet Başaran a ku beşdarî bîranînê bû, dema xwest birayê xwe vebêje kêliyên hestiyar hat jiyîn. Taybet Başaran got, “Hûn bi xêr hatin, li ser seran û ser çavan hatine. Ez tenê ne xwişka şehîd Gelhat im, ez xwişka hemû şehîdên Kurdistanê me. Dixwazim vê yekê ji we re bibêjim: ev şehîd ne tenê şehîdê me ye, şehîdê we hemûyan e. Ew şehîdê Kurdistanê ye, şehîdê Serok Apo ye. Min xwest ez hinekî qala heval Gelhat bikim, lê ez lêborînê dixwazim, ez ne di wê astê de me ku rave bikim. Heval Gelhat digot, ‘Ez nasnameya dewleta Tirk naxwazim. Ez nasnameya xwe dixwazim’. Ev daxwaz bi tena serê xwe têrî hemû Kurdan dike.”
Hevserokê KOMAW'ê Xoşnav Ata jî di bîranînê de axivî û bal kişand ser girîngiya 15'ê Tebaxê. Xoşnav Ata got, “Em di şexsê heval Gelhat Koçer de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Weke heval û malbat jî dibêjin, mirov nikare şehîdê xwe îfade bike û rave bike. Ji ber ku ji bo mirov tişta herî bi qîmet canê wî ye û ji bo vê yekê canê xwe daye. Tu çi bibêjî dê ne temam be. Têrî şehîdab nake, roman jî têrê nake. Ji ber ku şehîd merhaleya herî bilind e. Îro em di meha Tebaxê de ne, meheke pîroz e. Cejna 15’ê Tebaxê li hemû gelê me, li Rêbertiya me, rêhevalên wî, gerîlayên ku niha li ber xwe didin û li hemû cangoriyên azadiyê pîroz be.”
Bîranîn bi pêşandana sînevîzyona ji bo şehîd Gelhat Koçer hatibû amadekirin û bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.