BI DÎMEN

Pêngava 15’ê Tebaxê li Essenê hat pîrozkirin

41’emîn salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li bajarê Essen ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat pîrozkirin.

PÎROZBAHIYA 15’Ê TEBAXÊ

Di çarçoveya pîrozbahiyên 41’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de bi pêşengiya Meclîsa Gel a Essenê û KOMAV’ê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakiya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Essen ê Elmanyayê hate lidarxistin, piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Endamên Meclîsa Gel, endamên KOMAV'ê û gelê Kurdistanê beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokatiya Meclîsê di şexsê Rêberê Gelê Kurd û berxwedana gerîlayan de Cejna Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir. Di çalakiyê de li ser navê KOMAV'ê Cemîl Gultekîn axivî. Gultekîn li ser girîngiya Pêngava 15'ê Tebaxê ya di dîroka Kurdan de û bandorên wê yên li ser gelê Kurd nirxandin kir û diyar kir ku 15'ê Tebaxê cejna herî girîng a gelê Kurd e. 

Li ser navê FED-MED'ê Ehmed Kobanî jî bal kişand ser girîngiya 15'ê Tebaxê ya ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn. 

Piştî axaftinan çalakî bi gerandina govendê ya li gel stranên Halîl Akîncî û Hozan Welat bi dawî bû.