BI DÎMEN

15’ê Tebaxê li Marsîlyayê bi coş hat pîrozkirin

15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Kurdistanî li Qada Canabierre li hev civiyan û ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz girtin.

Di pîrozbahiyê de ku axaftina endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan hate pêşandan û timî dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla” û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Di axaftinên li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a hatin kirin de li ser destkeftî û girîngiya têkoşîna gerîla rawestiyan û got, “15’ê Tebaxê ji bo her kesî bûye hêvî. Em ê di rêya 15'ê Tebaxê de têkoşîna xwe xurtir bikin."

Di dawiya şahiyê de hunermendên Tev Çandê derketin ser dikê û şahî bi dawî bû.