15’ê Tebaxê li Atînayê hat pîrozkirin
Kurdistanî û dostên wan li paytexta Yewnanistan Atînayê hatin gel hev û 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin.
Kurdistanî û dostên wan li paytexta Yewnanistan Atînayê hatin gel hev û 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku bi pêşengiya Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê saet di 20:00'an de hatin gel hev 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi coş pîroz kirin.
Di şexsê yek ji fermandarê pêşeng ê pêngavê Mahsûm Korkmaz de ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Navenda Çandê axaftin hat kirin.
Dîlovan Gabar di pîrozbahiyê de axivî û got; “Em fermandarê nemir Egîd û hevrêyên wî yên guleya yekem avêtin tarîtiya ku îmha û înkarê Kurdistanê ferz dikirin, minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin û em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê heta serkeftinê li ser şopa wan têbikoşin.
Ev tevgera ku bi ronahiya felsefeya Apoyî de dest pê kir, niha veguheriye şerê mirovahiyê. Divê em di sala 40’an de bi vî ruhî tevbigerin û sala 2024'an bikin sala statuya Kurdistanê, azadiya Rêber Apo û serketinê."
Piştî axaftinê peyamên YJA Star, PYD’ê ya Yewnanistanê, TKP-ML û DKP-BOG partî û saziyan hatin xwendin.
Piştî axaftin û peyaman sînevîzyona hatibû amadekirin û peyama Mûrat Karayilan a 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê hatin pêşandan.
Di pîrozbahiyê de al û flamayên PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Gel bi tilîlî û dirûşmeyan 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kir.