BI DÎMEN

15’ê Tebaxê li bajarên Viyana, Graz û Lînzê hat pîrozkirin

15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarên Viyana, Graz û Lînzê yên Awûstûryayê bi çalakiyan hat pîrozkirin.

PÎROZBAHIYA 15’Ê TEBAXÊ

Bi pêşengiya meclîsên paytexta Awûstûrya Viyanayê û St. Poltenê 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin kirin axaftin hat kirin. Di axaftinan de li ser destkeftî û girîngiya têkoşîna gerîla rawestiyan û gotin, “15’ê Tebaxê ji bo her kesî bûye hêvî. Em ê di rêya 15'ê Tebaxê de têkoşîna xwe xurtir bikin."


Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek axivî û got, “Fikrên mîmarê 15’ê Tebaxê Rêber Apo, gelên cîhanê ronî dike. Niha gerîla ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê ye. Tabûrên gerîlayên enternasyonalîst ên li çar aliyê cîhanê di nava têkoşînê de ne. Ji Zapê heta Avaşînê, ji Avaşînê heta Metîna ji hemû aliyên cîhanê em ê xwedî li têkoşîna PKK’ê û berxwedana gerîla derkevin û ji xwe re mînak bigirin.”
Her wiha 15’ê Tebaxê li bajarên Graz û Lînzê yên Awûstûrya bi çalakiyan hat pîrozkirin.