BI DÎMEN

Şehîdên Meha Cotmehê li Stockholmê hatin bibîranîn

Endama TJK-Y’ê Nûpel Mûnzûr di çalakiya bibîranînê de axivî û got: “Şopandina Şehîdên Meha Cotmehê bandoreke mezin li ser têkoşîna me ya azadiya jinê, artêşbûna me û asta me ya gerdûnî ya îro kir.”

Şehîdên Meha Cotnehê li paytextê Swêd Stockholmê hatin bibîranîn. Çalakiya bibîranînê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Amarayê hat lidarxistin û di şexsê Bêrîtan (Gulnax Karataş) ji bo Şehîdêb Azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê Komîsyona Malbayên Şehîdan axafin hatin kirin û hat gotin, “Şehîdên Azadiya Kurdistanê rûmet şanaziya me ne, em ê layiqê têkoşîna wan bin.”

Çalakiya bibîranînê, bj axaftinên li ser şehîdên pêşeng ên jin ku di meha Cotmehê de şehîd bûne, dewam kir. Her wiha ji rojnivîska Şehîd Bêrîtan çend beş hatin parvekirin.

Endama Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) Nûpel Mûnzûr di şexsê Şehîd Bêrîtan de hemû şehîdên me bi rêz û minet bi bîr anî û wiha axivî: “Rêber Apo bi awayê herî baş nîşanî me da ku ka em ê çawa nêzîkî bîranînên şehîdên xwe bibin. Loma berxwedana Rêber Apo ku dibêje “Ez ji ber soza ku min daye şehîdên me bi cih bînim dijîm” li hemû cîhanê belav bûye. Şopandina Şehîdên Meha Cotmehê bandoreke mezin li ser têkoşîna me ya azadiya jinê, rêxistinbûna me ya jinan, baweriya me ya ji bo azadiyê, artêşbûna me û asta me ya gerdûnî ya îro kir.”

Çalakiya bibîranîna Şehîdên Meha Cotmehê piştî nîşandana sînevîzyonê bi stranên Girin Kasirga û Evîn Akbaşê dewam kir. Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.