BI DÎMEN

Gerîlayên şehîd li St. Gallenê hatin bibîranîn

Şehîdên Azadiya Kurdistanê Tolhildan Andok, Rûstem Serhed û Hogir Botan li St. Gallenê hatin bibîranîn.

Ji bo şehît Tolhildan Andok (Fîkret Tekçe) 5'ê Tîrmeha 2022'yan li Serhedê, Rûstem Serhed (Şahîn Pekur) 24'ê Tîrmeha 2024'an li Xakurkê û Hogir Botan (Şerîf Adlim) 19'ê Tîrmeha 2024'an li Kotolê şehîd bibûn, li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a St. Gallen (CDK-Sg) hat lidarxistin û Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), malbatên şehîdan û gelek Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn.

Bîranîn ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre nûnerê KOMAW'ê Mûstafa Karahan axaftinek kir. Karahan anî ziman ku divî em mîrateya şehîdên xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin û got: “Divê em xwedî li têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derbikevin ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û nijadkuj li ber xwe didin. Heger em îro behsa Kurdistanê bikin ev bi saya şehîdên me ye. Loma divê xwedîlêderketina şehîdan, xwedîlêderketina Rêber Apo û Kurdistanê ye.”

'XWEDÎLÊDERKETINA TÊKOŞÎNA ŞEHÎDAN BIVÊNEVÊ YE'

Edamê Dîvana Hevserokatiyê yê KCDK-E'yê Mehmet Aslan jî bal kişand ser têkoşîna ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker ku li Kurdistanê li dijî ciwanan bi rê ve dibe û wiha axivî: "Rêber Apo ev çar sal e bi awayekê domdar têkoşîna xwe didomîne û tevî hemû polîtîkayên bişaftinê yên dewleta Tirk a dagirker û nijadkuj gavekê jî paşde naavêje. Ciwanên Kurd jî bi ruhê Abdullah Ocalan li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dewleta Tirk a dagirker şerê rûmetê dide. Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji bo me mînakên herî mezin in. Şopandina rêya şehîdan ji bo me bivênevê ye. Rêya pûçkirina polîtîkayên şerê taybet ji xwedîlêderketina têkoşîna şehîdan derbas dibe. Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şopandina rêça şehîdan e."

‘ŞEHÎDÊN ME ÇAVKANIYA JIYANA ME NE'

Agir Serhed li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) axivî û wiha got: “Ez di serî de berxwedana destanî ya Rêber Apo silav dikim û dixwazim dubare soz bidim ku heta ku me mîrateya şehîdan gihande serfiraziyê dê têkoşîna me bidome. Şehîdên me mezintirîn çavkanî ne ji bo jiyana me. Kesên ku divê em herî zêde rêça wan bişopînin şehîdên me ne. Ez di şexsê hevrêyên me yên ku ji Ewropayê tevlê bûne û şehîd ketine hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê careke din bi bîr tînim. Wek ciwanên Kurdistanê mezintirîn erka me ew e ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dabîn bikin û xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin. Divê em hem li Ewropayê hem jî li çar parçeyê Kurdistanê li dijî polîtîkayên şerê taybet têkoşînê bidin. Em encax li ser vê esasê dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin û xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin. Ez careke din dixwazim ji vir bînime ziman ku heta ku me têkoşîna şehîdên xwe bi serfiraziyê tacîdar kir em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Piştî axaftinan sînevîzyon hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.