PARÊZER LUÎGÎ SARACENÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Yek ji yekem parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Îtalyayê Luîgî Saracenî li Romayê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Saracenî yê di 86 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, wê li goristana Verano ya Romayê merasîmeke xatirxwestinê bê lidarxistin.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber wefata parêzer Luîgî Saracenî ku weke "hevalekî ku cihê wî nayê dagirtin” bi nav kir, sersaxî ji gelê Îtalyayê û parêzerên demokrat, bi taybetî ji malbata wî re xwest.
Di peyama KNK’ê de wiha hat gotin: “Me agahiya wefata hevalê gelê Kurd parêzer Luîgî Saracenî bi xemgînî wergirt. Yek ji parêzerên yekem ên Serok Abdullah Ocalan bû û hemû qonaxên mayîna wî ya li Ewropayê şopand. Hevalekî ku cihê wî nayê dagirtin bû parêzvanê hiqûqê, siyasetmedarekî girîng û pireke girîng a dostaniya gelê Kurd û gelê Îtalyayê bû. Wefata wî me û gelê me gelekî xemgîn kir. Em ji malbata wî, hemû gelê Îtalyayê û parêzerên demokrat re sersaxiyê dixwazin."
DER BARÊ LUÎGÎ SARACENÎ
Luîgî Saracenî parêzer, dadgerê aştiyê, parlementer û yek ji damezrînerên Magistratura Democratica bû.
Saracenî, Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Romayê qedandibû, serokatiya beşa V ya Dadgeha Romayê kir. Di sala 1994’an de li ser navê Partiya Çep Demokratan ji bo Meclîsa Nûneran hate hilbijartin û ji sala 1996’an heta 2001’ê di vê wezîfeyê de cih girt.
Piştî tecrubeya parlamenteriyê ya di DS û Keskan de, dest bi pîşeya parêzeriyê kir û keça wî Federîca Saracenî ku di lêpirsîna sala 2003'an de hatibû girtin û di doza kuştina Massimo D'Antona de hatibû mehkûmkirin, parast.
Saracenî ku ji sala 1998'an û vir ve parêzerê Rêberê Gelê Kurd Ocalan e, pêvajoyên darizandinê yên Ewropa û Îmraliyê şopand.