Li Swêdê li dijî nijadperestiyê meş hat lidarxistin
Li bajarê Stockholm ê Swêdê, Meclîsa Jinan a Amarayê jî di nav de 29 sazî li dijî zêdebûna nijadperestiya li welêt, meşek li dar xistin.
Li bajarê Stockholm ê Swêdê, Meclîsa Jinan a Amarayê jî di nav de 29 sazî li dijî zêdebûna nijadperestiya li welêt, meşek li dar xistin.
Partiya Demokratên Swêdê piştî bû hevkarê hikûmetê nijadperestî li welêt gelekî zêde bû. Çend meh berê Naziyan êrîşî konferansa li dijî faşîzmê kiribûn. Li dijî van geşedanan, li ser banga 29 saziyên ku Meclîsa Jinan a Amarayê jî di nava wan de heye, girse li meydana Norra Bantorget a paytext Stockholmê li hev civiya.
Gelek nûnerên saziyandi çalakiyê de axivîn. Di axaftina li ser navê Meclîsa Jinan a Amarayê de hat gotin, "Hevkariya Swêdê ya bi dewleta Tirk re li pêşberî rastiya şerê li Kurdistan û Filistînê şermeke.” Nûner wiha domand: “Krîmînalîzekirina Kurdan ji pêvajoya NATO’yê heta niha didome. Vê hikûmetê gelek daxwazên dîktator Erdogan bi cih anîn. Kurdên li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, terikandin. Kurdên ku berê ji wan re digotin leheng, îro weke terorîst tên binavkirin. Ev li hemberî Kurdên ji bo cihanê ji terora DAÎŞ’ê biparizin canê xwe feda kirin û gelê Swêdê şermeke îxanetê ye. Jinên Kurd li Rojhilata Navîn ev demeke dirêj e li dijî terorê, ji bo azadî û mafên jinan têdikoşin. Li dijî zilm, dîktatorî û mêtingeriyê di eniya herî pêş a berxwedanê de cih girtin. Em ji bo şer li bixin li vir in. Heta ku her mirovek, ji kîjan kok, etnîk û zayendê dibe bila bibe, di cîhanek bêzilm û heqî de bijî, em ê rehet nebin. Heta ku azadî ji bo me hemûyan pêk neyê, bi taybet jî Kurdên me yên li Rojhilata Navîn ji bo me têdikoşin, em ê dev ji têkoşînê bernedin.”
Piştî axaftinan girse ber bi qada Gustav Adolfs Torgê ve meşiyan.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê hatin hilgirtin û dirûşmên "Ji Abdullah Ocalan re azadî", "Bijî têkoşîna gelê Filistîn û Kurdistanê" hatin berzkirin. Gelek caran dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Kujerl Erdogan” hatin berzkirin.