Di civîna KNK'ê de li dijî dijminên Kurdan peyama yekîtiya netewî dan

Nûnerên partî û pêkhateyên Kurdistanî yên ku di 22’emîn civîna navborî ya Civata Giştî ya KNK'ê de axivîn, li hemberî êrîşan peyamên yekîtiya netewî dan.

CIVÎNA NAVBORÎ YA CIVATA GIŞTÎ ​​YA KNK'Ê

Di beşa piştî nîvro ya 22’emîn civîna navborî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de nûnerên partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî mafê axaftinê girtin û peyama yekîtiya neteweyî dan.

OMER: DIVÊ EM DESKETIYÊN KURDAN BIPARÊZIN

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Rojava Dr. Abdulkerîm Omer axivî û diyar kir ku li Rojhilata Navîn geşedanên germ diqewimin û got, “Di vê pêvajoya nû de rewşên ku ji bo Kurdistanê hem bên qebûlkirin û hem jî li dijî wan bên dîtin hene. Divê em di yekiîiya netewî de li ser çawaniya parastina destkeftiyên Kurdistanê tevbigerin. Me bi dayîna bi hezaran şehîdên Rojava destketî û statuyek bi dest xist. Ev destketî ji bo gelên cîhanê, Kurdan, parêzvanên demokrasiyê û her kesên azadîxwaz bû hêvî. Li Başûrê jî statuyeke qebûlkirî heye. Li gel hemû zext, girtin û komkujiyan, Bakurê Kurdistanê di demeke dijwar de di hilbijartinên şaredariyan de destketiyên mezin bi dest xist. Ev serkeftin AKP’ê paşve xist. Muxalefeta li Tirkiyeyê bi saya desteka Kurdan li hemberî AKP/MHP’ê serkeftin bi dest xist.”

Dr. Abdulkerîm Omer wiha berdewam kir: “Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, li Rojhilata Navîn şer bi dawî nabe. Destketiyên me di xetereyê de ne. DAIŞ ji aliyê statûyê ve qediya, lê dîsa jî ji bo me xetere ye. Piştgiriyek mezin distîne. Milîsên Îranê, rejîma Sûriyê bi rêya eşîrên Rojava gefan li me dixwin. Planan çêdikin. Dewleta Tirk cesaretê dide vê yekê. Bi êrîşên hewayî jî komkujiyan pêk tînin. Aboriya me û qadên jiyanê yên gelê me bombebaran dike. Ji bo birçîbûn, revandin û tirsandina mirovan vê yekê dikin. Ev gef berdewam dikin. Li Başûr di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêk hene. Gefên Îran û dewleta Tirk ên li ser destketiyên li vir roj bi roj zêde dibin. Gefên dewleta Tirk li ser YNK’ê hene. Dewleta Tirk û Erdogan ji bo tinekirina destketiyên Kurdan xebatên xwe yên dîplomatîk zêde dikin. Di vê sedsalê de polîtîkayên tinekirina Kurdan hîn zêdetir zindî ne. Partî û tevgerên Kurd divê nebin alîgirê vê, nekevin nava van lîstikan, nebin parçeyek vê."

CEMAL: DIVÊ YEKÎTIYA NETEWÎ PÊK BÊ

Piştre jî li ser navê Tevgera Goran Fuat Cemal destnîşan kir ku divê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de yekîtiya neteweyî esas bê girtin û got ku divê gelê Kurd li her qadên ku lê dijîn yekîtiya xwe ava bikin û helwestê pêş bixin da ku ziman û çanda xwe li hember asîmîlasyonê biparêzin. Cemal da zanîn ku divê gelê Kurd li dijî daxwazên dewletên dagirker ên ji bo guhertina demografîk, li dijî asîmîlasyona li ser esasê çand û ziman têbikoşin.

AZADÎ: DIVÊ EM GIRÎNGIYÊ BIDIN KURDÎ

Gulnar Azadî jî ku li ser navê Kurdên Qazaxistanê beşdarî civînê bû û wiha axivî: “Em Kurd li seranserê cîhanê belav bûne. Eger em kurdî negihînin zarokên xwe û nifşên nû û çanda xwe nejîn, em ê winda bibin."

'DIVÊ BÊHTIR XWEDÎ LI TEVGERA AZADIYÊ BÊ DERKETIN’

Di axaftina li ser navê Partiya Komunîst a Îranê de, bal kişandin ser polîtîkayên zextê yên dewleta Îranê yên li ser bajarên Rojhilatê Kurdistanê. Nûner destnîşan kir ku şoreşa ku li Îranê li ser esasê felsefeya “Jin Jiyan Azadî” li dijî polîtîkayên zextê yên li ser jinan pêk hatiye û got ku ev şoreş bûye  hûviya lêgerîna mafên jinan ên cihanê.  Nûner da zanîn ku tevgera di pêşengiya jinan de pêş ketiye, bûye sedem ku têkoşîna civaka Kurd li hemû cîhanê bê naskirin.

Nûner bi mînakan diyar kir ku komkujî û zilma dewleta Îranê ya li ser bajarên Kurdan siyasî ye û ev yek jî di wêrankirin xwezayê de xwe dide der. Nûner da zanîn ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê geş dibe hêviyê dide hemû Kurdan û destnîşan kir ku divê Tevgera Azadiyê hîn bêhtir bê destekkirin. Nûner diyar kir ku Tevgera Azadî ronahiya azadiyê ya siberoja gelê Kurd e û anî ziman ku Kurd wê vê firsenda dîrokî ya yekîtiyê bi dest bixin.

SERBILIND: EM HEMÛ PARTIYÊN KURD BEŞDARÎ VAN XEBATAN BIKIN

Piştre Serokê Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind axivî. Serbilind hemû jinên Kurd silav kir û xebatên KNK’ê yên ji bo yekîtiya neteweyî pîroz kir. Serbilind got, “Yên ku li derveyî van xebatan ma ne jî li ser vê xeta beşdarî xebatan bikin. Ji bo ku ev beş di xeta neteweyî û têkoşînê de cih bigirin divê xebat bên meşandin. Yên ku Kurdistanê dagir dikin dewletên îslamî ne. Yên ku li ser gelê Kurd her cure neheqî û qetlîaman dikin ev in. Gelê Kurd azadiyê dixwaze. Parastina destketiyên Kurdan ferz e. Şervanên Kurd ên ku vê têkoşînê dimeşînin berdêlên giran didin. Em ji van berdêlan berpirsiyar in. Divê em li hember wan xwe berpirsiyar hîs bikin. Li Rojhilata Navîn bi taybetî Îran û dewleta Tirk ji bo tinekirina destkeftiyên Kurdan seferber bûne. Partî û siyasetek yekane hedef nagirin. Armanca wan tinekirina hemû destketiyên Kurdan e. Heta ku Kurdistan azad nebe edalet, maf, hiqûq û demokrasî nayê Rojhilata Navîn. Tirseke mezin li ser dewleta Tirk heye. Faşîzma AKP-MHP’ê piştî 22 salan yekem car paşve çû. Dixwazin ji bo vê rojeveke nû ava bikin. Dixwazin li ser esasê nijadperestiyê rojevek çêbikin û ji bo êrîşeke mezin li ser Başûr û Rojava pêk bînin amadekariyê dikin. Divê gelê Kurd li hemberî van êrîşan bi yekîtî û yek dengî destkeftiyên xwe yên neteweyî biparêze."

OGER: JINÊN KURD DI FERQA BERPIRSYARÊN XWE DE NE

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Sultan Oger axivî û Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Jîna Emînî, Hevrîn Xelef bi bîr anî û wiha dewam kir: “Ev 100 sal in Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye. Ev dagirkerî xwe bi komkujî û tinekirina çandî nîşan da. Bi hezaran gund hatin valakirin. Bi milyonan mirov koçber bûn. Guherîna di avahiya demografîk de hîn berdewam dike. Jinên Kurd 100 sal in van komkujiyan dijîn. li seranserê cîhanê bûne koçber.  Weke Tevgera Jinên Kurd ji bo Lozaneke nû dernekeve û gelê Kurd li ser axa xwe azad bijî, em xwe berpirsyar dibînin.”

QASIM: EM AXA XWE AZAD BIKIN

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim got, “Di dîroka sed salên dawî de axa Kurdan hatiye dabeşkirin û parçekirin. Lê di van salên dawî de gelê Kurd bi azad dijî. Ev bi têkoşîna wî ya bênavber ve girêdayî ye. Werin em bibin yek û têkoşîna xwe ya ji bo azadkirina axa xwe mezin bikin.”

ŞEMAL: EM ROLA XWE YA DÎROKÎ BILÎZIN

Li ser navê YNK’ê Şex Şemal jî bang li hemû partiyên Kurdistanî kir ku di demeke wiha krîtîk de li hev bicivin û yekîtiya netewî pêk bînin. Nûnerê YNK’ê wiha got: “Gelê me û berjewendiyên wan di metirsiyeke mezin de ye. Di serdema nû de li Rojhilata Navîn geşedanên germ rû didin. Bila em Kurd bi rola ku me heta niha di dîrokê de nelîstiye, ji niha pê ve bilîzin û ji dîrokê re bibin bersiv.”

MUSLÎM: GELÊ ME BÊHTIR RÊXISTINKIRÎ Û HÊZTIR E

Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm ku bi rêya dîmen beşdarî civîna navborî ya  KNK'ê bû, ev peyam da: “Li hemberî êrîşên ku pêşdikevin gelê Kurd ne weke berê ye; organîzetir û berpirsiyartir tevdigere. Li hemberî me gelek êrîş hatin kirin û dewam dikin. Gelê me li hemberî vê yekê li ber xwe da. Şerekî şoreşgerî meşand. Ev ji bo her kesî mînakek e. Gelê me bi helwesta xwe ya di hilbijartinan de li Bakur li dijî zilmê li ber xwe da. Gelê me bi helwesta ku nîşan da, cesaret da komên demokratîk û muxalefeta Tirkiyeyê.

Dîsa destkeftiyên teknîkî yên nû yên di şerê li Başûrê de hatin bidestxistin ji bo hemû Kurdan destkeftiyek mezin e. Ev destketiya teknîkî dê encamên wê hebin. Li hemberî êrîşeke muhtemel gelê me wê bi yekîtiya xwe berpirsyariyê bigire ser milê xwe. Berpirsiyarî wê li ser milê me hemûyan be. Divê em bi yekîtiyê li dijî wê bisekinin. KNK ji bo daxwazên yekîtiya gelê Kurd jî xebatên xwe dimeşîne. Gelê me li dijî êrîşên dewleta Tirk a ku dev ji zilma Osmaniyan bernade, wê bi berxwedana xwe ya li ser esasê yekîtiyê bi ser bikeve. Di vê pêvajoyê de dijminên Kurdan bi ser nakevin.”

NÛNERÊN BAWERÎ Û GELAN BANGA YEKÎTIYÊ KIRIN

Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak jî li dijî êrîşên li ser Kurdan banga yekîtiyê kir.

Li aliyê din gelek siyasetmedar, nûnerên sazî û rêxistinan bi taybet nûnerên baweriyên etnîkî û gelên Kurdistanê yên weke Êzidî, Asûr, Suryan û Yarsan mafê axaftinê girtin û di axaftinan de bal kişandin ser yekîtiya neteweyî.