Li Zurîhê piştgiriya kampanyaya şandina qertan û li Tubingenê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

Ciwanên TCŞ û TekoJIN'ê li Zurîhê li ser bangawaziyê hatin gel hev û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qert şandin. Li Tubingenê 4’ê Nîsanê  hat pîrozkirin.

ÇALAKIYA JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Tekoşer) di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, qert şandin Îmraliyê. Li bajarê Tubingen ê Elmanyayê, endamên TekoJIN’ê ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankart daliqandin.

ZURÎH

Ciwanan ji bo Abdullah Ocalan ê 37 meh in di êşkenceya Îmraliyê de dîl hatiye girtin û 37 meh in agahî jê nayê girtin, qert şandin Îmraliyê û tecrîd şermezar kirin. Ciwanan destnîşan kirin ku heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo azad  pêk bê dê li qadan têbikoşin. Ciwanan bang li hemû ciwanên Kurdistanê kirin ku li qadan têbikoşin.

TUBINGEN

Li bajarê Tubingen ê Elmanyayê, endamên TekoJIN'ê ji bo pîrozkirina rojbûna RÊberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankarta "Jiyana Bi Jinê Destpê Dike, Bi Wê Re Jî BI  Ser Dikeve" li ser pira li kolana herî qelebalix a bajêr  daliqandin.

Ciwanan li vir daxuyanî dan û gotin, “Rojbûna Rêber Apo jinûve zayîna jina azad e. Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo, jin xwe gihandiye rastiya xwe.”

Jinên ciwan piştre bi nivîsa "Jin Jiyan Azadî, Ser Bixe Azadî" daliqandin.